• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dr. Mehmûd Osman: Nabe hikûmeta nû ya Iraqê de, kurd û sunne bên piştguh xistin

Gulan Media February 17, 2020 Nûçe
Dr. Mehmûd Osman: Nabe hikûmeta nû ya Iraqê de, kurd û sunne bên piştguh xistin
Siyasetmedarê kevin ê kurd amaje bi wê yekê dike ku rewşekî nû li Iraqê derketiye holê û divê alî vê rewşê baş helsengînin, ji ber dibe ku vê heftiyê gelek tişt zelal bibin.

Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Guftûgo derbarê hikûmeta nû ya Iraqê de berdewamin û dibe vê heftiyê kabîneya nû ya hikûmetê bê ragehandin. Tişta heye heta naha wezîrên kurd dê di cîhê xwe de bimînin û vê heftiyê dê kabîneya nû ji Parlamentoyê re bê pêşkeş kirin.’’

Herwaha got: ‘’Divê em li bendê bin û bizanin ka dê rewş çawa bibe, Mihemed Tofîq Elawî dibêje ti partiyekî destkarî nekiriye. Ji ber wê dê vê heftiyê pêngav bileztir jî bin.’’

Mehmûd Osman got: ‘’Giringe kurd û sunne neyên piştguh kirin, her kesek pişka xwe vergire û neyên piştguh xistin. Ji ber dana aliyekî ya kurdan û sunneyan vê hikûmetê sernaxe.’’

Basnews
Top