Davos: Mesrûr Barzanî li gel serokwezîr û wezîrê Derve yê Qeterê civiya
Roja 21.01.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Davosê li gel Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî Serokwezîr û wezîrê derveyê Qeterê civiya.
Di civînê de li ser xurtkirina peywendiyên dualî û rewşa giştî ya Iraqê nêrînên hatin dayîn.
Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Serokê Hikûmetê vexwande Qeterê.
Di beşeke guftûgoyan de li ser guhertin û pêşhatên li Sûriyê hatin sekinandin.
Serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê piştevaniya welatê xwe ji bo hewlên Serok Mesûd Barzanî bo ji hev nêzîkkirina aliyên Kurdistanî û Sûriyê nîşan dan û her du alî li ser parastina asayîş û aramî û mafên pêkhateyên cuda li welat li hev kirin.
Basnews
