• Tuesday, 10 February 2026
logo

Arî Hersîn: Ji bo avakirina kabîneya nû têgihiştinek pir baş heye

Gulan Media January 19, 2025 Nûçe
Arî Hersîn: Ji bo avakirina kabîneya nû têgihiştinek pir baş heye

Berpirsê baskê Çarem yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragehand, ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lihevkirinek baş di navbera PDK û YNKê de çêbûye.

Berpirsê baskê Çarem yê PDKê Arî Hersîn îro 18ê Çile di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, hevtêgihîştineke baş di navbera YNK û PDKê ji bo pêkanîna hikûmetê heye û di demekê nêzîk de nûçeyên xweş dê werin bihîstin.

Hersîn got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi planeke berfireh kar ji bo kêmkirina tundî û binpêkirinên li dijî rojnamevanan dike.”

Berpirsê baskê Çarem yê PDKê amaje bi hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî kir û got: “Serdan nîşana wê yekê ye ku yekrêzî bingeha serkeftina Kurdan e, di guhertinên li herêmê de.”

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku di roja 20-10-2024an de hat lidarxistin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bidest xistin.

 

Basnews

Top