Kerkûk – Jineke berpirs a DAIŞê hate girtin
Li sînorê parêzgeha Kerkûkê jineke berpirs a ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin.
Îro 14.01.2023yê rêveberiya îstixbarata leşkerî ya ser bi Wezareta Berevaniya Iraqê aşkera kir, li ser zanyariyên bi hûrgilî, odeya îstixbarat û asayîşa firqeya 14 û bi hemahengiya hêzên lîwaya 6 û 9 a artêşê ve, kemînek li nahyeya Zab a ser bi qeza Hewîce hatiye danîn û jinek hatiye girtin ku berpirsa duyem a Dîwana DAIŞê (El Hesebeyî) ya qeza Hewîce bûye.
Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir li ser wê jinê û girtina wê BasNewsê pêwendî bi rêveberê polîsê Hewîce Emîd Fetah Mehmûd re xwest pêkbîne, lê ew pêwendî berdest nebû.
Basnews
