Trump êriş betal kir, petrol erzan bû
Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê bi rêjeya nêzîkî ji sedî 2yan daket.
Daketina bihayê petrolê piştî wê yekê çêbû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wî planên êrişkirina ser Îranê rawestandine da ku bi rêya dan û standinan dawî li şerê Rojhilata Navîn were anîn.
Îro bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 3 dolaran daket û bermîl bi 109 dolaran hat firotin
Her wiha bihayê bermîleke petrola sivîk a Teksasa Amerîkayê jî dolar û 38 sentan daket û bermîl bi 107 dolar û 28 sentan hat firotin.
Divê were gotin ku doh bihayê petrolê gihiştibû asta xwe ya herî bilind a du hefteyên dawî.
Trump doh ragihandibû, "Derfeteke gelekî baş heye" ku Amerîka karibe bi Îranê re bibe xwedî peymanekê da ku rê li ber wê yekê bigire ku Tehran bibe xwediyê çekên atomê.
Şîrovekarê bazarên darayî yê Şîrketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser bihayê petrolê destnîşan kir:
"Daxuyaniya Trump hinek ji fişarên heyî kêm kirine lê metirsiyên bingehîn hîn jî mane.
Bazar niha çavdêriyê dike bê ma gelo daxuyaniyên Trump guherîneke rasteqîn a ber bi aramkirinê ve nîşan didin an tenê rawestîneke taktîk e."
Tim Waterer diyar kir ku gavên Îranê gelekî girîng in û li pey çû:
"Ji bilî vê yekê, çawaniya bersivdayîna Îranê ya ji bo pêşhatên dawî û tiştên ku dê li ser avê derbarê tevgera tankerên di Tengava Hurmizê re derbas dibin de biqewimin, ji niha û pê ve faktorên sereke yên diyarkirina arasteya bihayê petrolê ne."
Şerê li Rojhilata Navîn
Şerê li Rojhilata Navîn Tengava Hurmizê girtiye ku rêyeke avê ya gelekî girîng e û nêzîkî ji sedî 20ê petrola cîhanê tê re derbas dibe.
Vê rewşê dilgiraniyên li ser qutbûna dabînkirina petrolê zêde kirine.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî doh piştrast kir ku helwesta Tehranê bi rêya Pakistanê gihiştiye Amerîkayê lê ti hûrgiliyên zêdetir nedan.
Rayedarekî Pakistanî yê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, da zanîn ku Îslamabadê pêşniyareke nû gihandiye her du aliyan lê bal kişand ser şistbûna bipêşveçûnan.
Ji aliyê din ve, Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê belav kir ku Washington razî bûye di dema dan û standinan de sizayên li ser firotina petrola Îranê rake lê rayedarekî Amerîkayî ev angaşt red kir.
Rudaw
