• Tuesday, 19 May 2026
logo

Li Mersînê çekdarekî 6 kes kuştin û 8 kes birîndar kirin

Li Mersînê çekdarekî 6 kes kuştin û 8 kes birîndar kirin

Li navçeya Tarsusê ya Mersînê, kesekî 37 salî bi demançeyê êrîşî derdora xwe kir. Di encamê de 6 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn. 

Li başûrê Tirkiyeyê, bajarê Mersînê bi bûyereke giran a tundiyê hejiya. Li gorî zanyariyên ku ji medyaya Tirkiyeyê hatine girtin, êrîşkarê 37 salî pêşî hevjîna xwe ya berê kuştiye û piştre bi çekê êrîşî xelkê sivîl kiriye.

Êrîşkar piştî kuştina hevjîna xwe, berê xwe daye xwaringehekê li navçeya Tarsusê. Li wir xwediyê xwaringehê û xebatkarekî dukanê kuştiye. Kujer di dema reviyanê de jî, li ser riya xwe şivanek û şofêrê kamyonekê jî bi guleyan kuştine.

Mihemed Han Topal, xebatkarê xwaringehê yê ku ji lingê xwe birîndar bûye, kêliya êrîşê wiha tîne ziman: "Êrîşker bêyî ku ti peyvê bibêje kete hundir. Me zanibû dê telefona xwe derxe, lê wî demançe derxist û dest bi gulebarana me kir."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyeke telerfziyonî de amarên vê bûyerê piştrast kirin û diyar kir ku 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Erdogan derbarê nasnameya êrîşkar û hûrguliyên lêpirsînê de zanyariyên zêdetir neda, lê hat ragihandin ku hêzên polîs û cendirmeyan bi alîkariya helîkopteran li pey kujer in.

Ev komkujiya li Mersînê careke din bala raya giştî kişand ser belavbûna çekên bêserûber li Tirkiyeyê. Tenê di meha borî de du êrîşên bi vî rengî ji aliyê ciwanan ve hatibûn kirin û di encamê de 10 kes hatibûn kuştin. Saziyên mafên mirovan hişyariyê didin ku hebûna bi mîlyonan çekên neyasayî di destê welatiyan de, ewlehiya civakî dixe metrisiyeke mezin.

 

K24

Top