• Wednesday, 20 May 2026
logo

Serokê Hikûmetê ji bo projeya kêmkirina bandorên lehiyê cuda kirina nêzîkî 2 milyar dînaran pejirand

Gulan Media January 3, 2023 Nûçe
Serokê Hikûmetê ji bo projeya kêmkirina bandorên lehiyê cuda kirina nêzîkî 2 milyar dînaran pejirand

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xizmeta hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û li berçav girtina berjewendiyên giştî û ji bo projeya kêmkirina bandorên lehiyê cuda kirina nêzîkî 2 milyar dînaran pejirand.

Îro 02.01.2023yê Fermangeha Medya û Zanyariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Di çarçoveya giringî dayîna kabîneya nehem de Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo xizmet kirina ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê re û bi berçav girtina berjewendiyên giştî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo cuda kirina milyarek û 985 milyon dînar bi armanca kêm kirina bandorên lehiyê li gundê Girdcotyar a nêzîk bajarê Hewlêrê pejirand. Ew pare bi awayekî next û qonax bi qonax li ser budceya veberhênana wezareta kiştûkal û çavkaniyên avê tê cîhbicîh kirin.’’

Herwaha hat ragehandin, rêgirî kirina li lehiyê û kêm kirina ziyanan li bajarên cuda yên Kurdistanê yek ji karên serekî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo wê jî tevdîrên cuda dê bên wergirtin.

 

Basnews

Top