Demîrtaş: Dê HDPê bigirin û alîkariyên wê yên xezîneyê qut bikin
Hevserokê Berê yê HDPê Selahhattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, di Doza Kobanî de li ser proseya doza girtina HDPê axivî û got, “Wiha xuya dike ku partiya me HDP dê bê girtin û alîkariya wê ya xezînê dê bê astengkirin. Lê feraseta HDPê û têkoşîna wê dê bi vê hilbijartinê careke din derkeve holê. HDP bê girtin jî neyê girtin jî em HDPyî ne. Dibe ku partiya me bidin girtin û alîkariyên xezîneyê qût bikin, lê em dê vê hilbijartinê bi gelê xwe bidin qezenckirin.”
Îro roja Înê 20emîn rûniştina xula 8emîn a doza Kobanî li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya li Enqerê hat kirin ku Hevserokên Berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 17 jê girtî 108 endam û alîgirên wê partiyê ji ber protestoyên sala 2014an ên ji ber rakirina dorpêça li ser Kobanî di wê dozê de tên darizandin.
Hevserokê Berê yê HDPê Selahhattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, bi rêya Sîstema Deng û Reng beşdarî dozê bû, parastina xwe kir û derbarê sedemên girtina xwe û hevalên xwe, zext û guvaşên li ser HDPê û doza girtinê ya li ser wê partiyê de axivî.
Demîrtaş ragihand ku wan hemû delîlên bihêz ên di vê doza li dijî wan (HDP) de pêşkêşî dadgehê kirine û got, “Take delîlên dadgehê yên di vê dosyêyê de ew axaftinên Recep Tayîp Erdogan in ku me tawanbar dike.”
Selahhattîn Demîrtaş ameje bi wê yekê da ku desthilatê di dema protestoyên Kobanî de dest bi kampanyeyeke li dijî partiya wan kiriye û got, “Erdogan medyaya di destê xwe de çalak kir. Li dijî me bi sedan gotar hatin nivîsîn, bi milyonan tweet hatin avêtin, û bi hezaran bernameyên televizyonî hatin çê kirin. Propagandeya wê hat kirin ku me bi bangawaziyan alîgirên xwe dane kuştin. Ew dizanin ku ev derew e û dibêjin ji bo ku ranta me berdewam bike em hemû tawanên di proseya bûyerên Kobanî de biavêjin ser van. Hûn (dadgeh) hewil didin binê vê armanca siyasî dagirin. Ji heman maddeyan biryara girtinê tê dayîn.”
Hevserokê berê yê HDPê behsa sedemên desteserkirina xwe û hevalên xwe kir û got, ”Em ji bo avakirina rejîma yek kesî hatin girtin. Armanca Bahçelî û Erdogan ev bû û pêk anîn. Tevî hewildanên me yên li vir, ji ber xeletiyên opozîsyonê ev yek kirin.”
Demîrtaş ameje bi giştpirsiya sala 2019an a ji bo guhertina sîstema rêveberiya Tirkiyê bo serokayetiyê jî da û got, “Ji ber xeletiyên opozîsyonê di giştpirsiyê de dengê erê derket. Gel ne got erê lê wan sindoq neparastin. Diviyabû di serdema rewşa awarete de giştpirsî nehatiba kirin. Dema 12 parlamenterên li girtîgehê bûn li parlamentoyê dengdana destûrê hat kirin û giştpirsî hat kirin. Em bi armancek siyasî ji bo giştpisiya 2019an hatin girtin.”
Demîrtaş diyar kir ku ew di sala 2018an de bo postê serokkomariyê weke berbijêr hatiye diyarkirin, lê di wê demê de hemû daxwazên wî yên azadkirinê hatine red kirin û got: “Hilbijartinên sala 2018an ne rewa ne. Diviyabû ku ez li derve bam, lê hilbijartin bêyî min hatin kirin. Ew kesên ku em tasfiye kirine, tasfiye bûn. Ji ber wê jî HDP li ser piyan e.
Bi hinceta “peywendiyên ligel terorê” derbarê HDPê de doza girtinê hatiye vekirin, Selahattîn Demîrtaş li ser vê mijarê jî dibêje:“Wiha xuya dike ku partiya me HDP dê bê girtin û alîkariya wê ya xezînê dê bê astengkirin. Lê feraseta HDPê û têkoşîna wê dê bi vê hilbijartinê careke din derkeve holê. Hevdîtinên karbidestên hikumetê yên ligel Îmraliyê xitimîne. Hevdîtinên wê şanda ku bi fermana Erdogan diçe Îmralî xitimîne û pê li dukmeyê kirine.”
Hevserokê Berê yê HDPê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Mijarên derew ên di doznemeyê de nînin di doznemaya dozger de tên pêşiya me. Madem em hemû rêvebirên rêxistinê ne, wateya vê berdewamiya girtinê çi ye? Eger em derbikevin û bibêjin me partiyeke bi navê “PES” avakiriye em dê bên azadkirin? HDP bê girtin jî neyê girtin jî em HDPyî ne. Dibe ku partiya me bidin gritin û alîkariyên xezîneyê qût bikin, lê em dê vê hilbijartinê bi gelê xwe bidin qezenckirin. Em bi xwe bawer in û bihêz in.”
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.
Rudaw
