Hunermendê Rojhilatî Qadir Siyahî canê xwe ji dest da
Hunermendekî kurd yê Rojhilatê Kurdistanê bi nexweşiyê canê xwe ji dest da.
Şeva borî hunermendê kurd Qadir Siyahî li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest da.
Sebeba koça dawî ya wî hunermendê kurd, sekteya dil hatiye ragehandin.
Qadir Siyahî sala 1943 li bajarê Mehabadê ji dayîk bibû lê çendîn sal bû mala xwe biribû bajarê Xoy.
Qadir Siyahî ji bilî gotina stranan, karê aranjortî û jeniyariyê jî dikir.
Beşek ji berhemên wî hunermendê kurd ev in:
Toy Qisey Îşqim, Gulî Mehabadî, Yarekem Çawî Şîne, Toy Nazenîn, Nexoş û Mestî, Yadim Ke, Carê Were, Dua Dekem, Amînê, Eger Rojêk Feramoşim Key.
Yek ji stranên Qadir Siyahî - Toy Qisey Îşqim
Basnews
