• Tuesday, 24 February 2026
logo

Nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan koça dawî kir

Nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan koça dawî kir

Nivîskarê navdar ê Ermenî Migirdîç Margosyan ku xelkê bajarê Diyarbekirê ye, koça dawî kir.

Serokê Şaredariya Giravên Stenbolê Erdem Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan koça dawî kiriye.

Erdem Gul di twîta xwe de nivîsandiye: “Ji Ermeniyên Diyarbekirê. Kesê ku dewlemediya vê axê, bi zimanê herî xweş ê edebiyata me vedibêje. Nivîskarê pirtûka nuwaze ya bi navê 'Bêje Margos Tu ji ku yî'. Kesê ji Buyukada. Migirdîç Margosyan koça dawî kir. Em gelek xemgîn in.”

Migirdîç Margosyan 23ê Kanûna 1938an li taxa Xançepeka Diyarbekirê jidayîk bûye.

Dibistana seretayî li Diyarbekirê xwendiyê û piştî koçkirina bo bajarê Stenbolê, li wir li Zanîngeha Stenbolê beşa felsefê xwendiye û bi dehan pirtûkên wî hene.

 

K24

Top