Hewlêr- Pêşangeha qahweyê birêve diçe
LI Hewlêrê pêşangeha qahweyê birêve diçe û beşek ji dahata pêşangehê wê ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê be.
Îro roja çarşemê 29.12.2021ê pêşangehej ji bo berhemên qahwe û şukulate li Hewlêrê tê vekirin û wê 3 rojna berdewam bike.
Ligor zanyariyên BasNewsê, ev pêşangeh bi beşdarîya zêdetir ji 20 kompanyayan ji deverên cuda yên taybet bi qahwe û şukulate tê vekirin.
Pêşangah wê serê sibehê saet 10an heta êvarî vekirî bimîne û wê 3 rojan berdewam bike û wê beşek ji dahata pêşangehê ji bo mexdûrên lehiya Hewlêrê were bexşandin.
Basnews
