Civata welatiyan li ser gola qerisî
Demekê welatiyan li vê derê masî digirtin, lê niha doşek û balîvên xwe raxistine û li ser golê civat girêdane.
Ava gola Çildarê ya li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, xwe li ber pêla giran a sir û sermaya navçeyê negirt û qerisî. Niha welatî li ser wê golê hem çaya xwe vedixwin, hem jî bi gotina stran û helbestan demên xweş diborînin.
Turhan Kiliç, Welatî, diyar dike, “Gola Çildarê kirasê xwe yê ji qeşayê li ber xwe kir. ji îro û şûnde qerisî. em niha hatine ser golê em ligel dost û hevalan çayê vedixwin.”
Di zivistanê de sir û sermayeke tûnd bi taybet bi ser parêzgehên Herêma Serhedê tên Bakurê Kurdistanê de tê. Lli hinek deverên wan parêzgehan germa heta jêr sifrê 30 pileyan dadikeve. Gola Çildar jî piştî germa ket jêr sifrê 24 pile temamê rûberê wê qeşayê girt. Welatî ji vê rewşê kêfxweş in û bang li geştiyaran dikin ku serdana golê bikin.
Ozturk Durdag, Welatî, dibêje, “Em dixwazin vê bedewiya bêhempa herkes bibîne. Geştiyarên xwemalî û biyanî. Em dixwazin hemû Tirkiye bên vê derê bibînin û li ser vê qeşayê çayekê vexwin. Em li benda herkesê ne.”
Gola Çildarê ku dikeve di navbera sînorên parêzgehên Qersê û Erdexanê, li ser asta Bakurê Kurdistanê duyem gola herî mezin e.
Rûberê golê 123 kîlometre çargoşe ye û bilindahiya wê ji deryayêyê 1959 metre ye. Di demsala zivistanê de beşek ji geştiyaran ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bo dîtîna van dîmenên balkêş serdana golê dikin û li ser wê dimeşin.
