Xwarinên Riha û Mersînê li Xelfetiyê hatin pêşandan
Xwarinên herêmî yên Riha û Mersînê li navçeya Xelfetî ya Rihaya Bakurê Kurdistanê hatin pêşandan.
Li Dibistana Bilind a Pîşesaziyê ya Xelfetiyê ya Zanîngeha Heranê bernameyek hat lidarxistin.
Xwendekar û akademîsyenên beşa aşpêjiyê ya Zanîngeha Torosê û ya Heranê bi pêşîkêşiya şefên xwarinê xwarinên herêmî yên curbicur çêkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Heranê kifteyên navtijî, kifteyên nîskan, çîg, kebabên pîvaz û balîcanê reş, şirîniya şilikê jî di nav de gelek xwarinên herêmî çêkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Torosê jî xumus, tantunî, pîşî, cezerye û şirîniya kerebîçê di nav de gelek xwarinên herêmî çêkirin.
Şef Ahmet Savaş û Salih Sancar ên ji Mersînê çûne jî alîkariya xwendekaran kirin û çêkirina hin xwarinan fêrî wan kirin.
Rêvebirê Dibistana Bilind a Pîşesaziyê ya Xelfetiyê Mehmet Fatîh Kayran got ew kêfxweş in ku mazûvaniya xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Torosê dikin.
Mehmet Fatîh Kayran diyar kir ku bernameyên bi vî rengî hevkariya zanîngehan û geşedana xwendekaran pêşva dibe û spasiya beşdariyan kir.
Rudaw
