‘Em dixwazin peymangeh û zanîngehên me nas bikin’
Gelê Rojava daxwaz dike ku zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li Sûriyeyê û zanîngeh û peymangehên Rêveberiya Xweser werin naskirin.
Mamosteyê zimanê kurdî Dilyar Xelef got: "Naskirina bawernameyên dibistana navîn û amadeyî yên Rêveberiya Xweser gaveke erênî bû. Lê ev tenê têrê nake, em dixwazin zanîngeh, peymangeh û hemû saziyên perwerdeyê û fêrkirinê yên Rêveberiya Xweser nas bikin. Divê mafên xwendevan û kesên zanîngeh xwendine werin parastin. Xwendevanên zanîngehê xwendina xwe bidomînin û yên zanîngeh bi dawî kirine, destûr bidin wan bixebitin.”
Xelef diyar kir ku ew ne tenê dixwazin bawernameyên wan ên peymangeh û zanîngehê werin naskirin û wiha pê de çû: "Em dixwazin di destûrê Sûriyeyê de zimanê Kurdî were naskirin. Ev mafê gelê me ye. Gelê Kurd ji bo zimanê kurdî bi salan tê dikoşe û bedelan dide."
Mamoste Fadil Elî jî got: “Bawernameyên zanînge û peymangehên Rêveberiya Xweser ne tenê belge ne, berhema ked, têkoşîn û fedakariya şehîd û gelê Kurd e. Mamosteyên me jî gelekî fedakarî kirin heyanî ku zimanê Kurdî pêşxistin. Şagirt û xwendevanan jî gelekî ked dan heyanî em gihîştin vê pêvajoyê. Mafê me ye ku zanîngeh û peymangehên me nas bikin û di destûrê Sûriyeyê de zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.”
Şagirta dibistana amadeyî Nalîn Seydo got di encama keda bi salan de gihaştin vê pêvajoyê û wiha lê zêde kir: “Şehîdan canê xwe feda kirin ji bo em bikarbin bi zimanê xwe bixwînin. Em bi hêvî ne ku zimanê me yê kurdî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê û mafên xwendevanan were parastin.”
ANHA
