Li Stenbolê Festîvala Hemsiyan birêve çû
Li bajarê Stenbolê ji aliyê şaredariya navçeya Arnavutkoyê ve festîvalên masiyan hat kirin. Di festîvalê d 4 ton hemsî ji bo niştecihên Arnavutkoyê belaş hat belavkirin û xelk eleqeyeke mezin bo festîvalê nişan da. Şaredarê navçeya Arnavutkoyê dide zanîn ku ew ê sala bê ji bo niştecihên Kurd jî festîvalên ecîn û qedayîfê çêbikin. Festîval piştî xwarina hemsiyan bi konser û gerandina govenda horonê bidawî bû.
Li bajarê Stenbolê her sal bi dehan festîvalên masiyan tên kirin. Ev dîmenên rengîn jî ji festîvalekê hemsiyan e.
Masiyên hemsî li gel av û helawê ji aliyê Şaredariya Arnavutkoyê ve ji bo welatiyan belaş tê belavkirin. Bi hezaran kes di dora hemsî de ne, yên ku dor tên wan bi kêfxweşî hemsiyên xwe digrin û derbasî cihê konserê dibin.
Welatî Metehan Demir dibêje "Em ji bo beşdarî li festîvalê bikin di rêzê de ne. Em pir kêfxweş in. Li vir dîmenekê xweş heye."
Xwendekar Mihemed Emir Genç got "Ez pir kêfxweş im. Ev çalakiyên xweş in. Beriya 2 salan jî hebû em hatibûn."
Hostaya Masiyan Ozlem Herkul diyar kir"Niha ez hemsiyan bi ard dikim. Hostayên me jî diqelînin. Însanên me jî bi dilrihetî dixwun.”
Welatî Nusret Ozdemir ragihand"Xizmetek rind e bo welatê me. Xwedê sihet û hizûrê bide me."
Şaredarê Arnavutkoyê jî ji eleqeya zêde kêfxweş e û dide zanîn ku ew ê bi festîvalên curbicur çandên cuda bidin naskirin.
Şaredarê Arnavutkoya navçeya Stenbolê Ahmet Haşim Baltaci dibêje "Ji bo ku welatiyên me çandên xwe zêdetir nas bikin me vê festîvalê lidar xist. Piştî vê di dorê de festîvalên me yên ecîn, dolmeya qedayîfê û loqme hene."
Festîvala hemsiyan ya ku Şaredariya Arnavutkoya navçeya Stenbolê çêdike sala par ji ber pandemiyê nehatibû kirin. Di 7emîn Festîvala Hemsiyan de piştî belavkirina hemsiyan konser hat dayîn û govenda horonê ku zêdetir li nav Lazan tê lîstin hat gerandin.
Rudaw
