• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dalkurd careke din vegeriya Lîga Yekem a Swêdê

Gulan Media December 6, 2021 Corane
Dalkurd careke din vegeriya Lîga Yekem a Swêdê

Tîma Dalkurd piştî ku di encama lîstikên çûn û vegerê de ji tîma GAIS'ê bir, piştî 3 salan careke din vegeriya xula Lîga Yekem a Swêdê.

Tîma Dalkurdê di qonaxa paşkoyê ya gihîştina bi tîmên Pileya Yekem a Swêdê, di lîstina li meydana xwe bi encama (2 - 1) ji tîma GAISê biribû, îro jî di lîstika vegerê ya li meydana wê tîmê de bi encama (1 - 1) wek hev bûn.

Bi vê encamê jî, Tîma Dalkurdê piştî 3 salan careke din gihîşt xula Pileya Yekem a Swêdê.

Tîma Dalkurd di sala 2004.an de li Swêdê hat avakirin û nûnertiya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dike.

Herwiha serkeftina Dalkurdê li ser torên medyaya civakî kêfxweşiyeke zêde bi kurdan re çêkiriye û bi hezaran kesî serkeftina Dalkurd pîroz kirin.

 

Basnews

Top