Jina Kurd a ji Rojava Xelata ANIMA 2021 wergirt
Jina Kurd Amîna Hussein a ji Rojavayê Kurdistanê li bajarê Mollerrussa ya Katalonyayê Xelata ANIMA 2021 wergirt û wê xelatê diyarî şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê kir.
Werger û Rojnamevana Kurd Amîna Hussein a ji Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina mafên jinan û serweriya Kurdan Xelata ANIMA 2021 wergirt.
Amîna di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir û tê de diyar kir “Min Xelata Ànima 2021 wergirt ji bo parastina mafên jinan û serweriya kurdan ji destê Wezîra Derve ya Katalonya Victoria Alsina, Şaredar Marc solsona, Miquel ji CIS Angel Olaran li bajarê Mollerussa. Ev xelat ji bo jinên Kurdên Rojava û şehîdên Kurdistanê ye.”
Rudaw
