• Thursday, 26 February 2026
logo

Jinekê li Amedê dikana çêkirina deqên Kurdewarî vekir

Gulan Media December 4, 2021 Corane
Jinekê li Amedê dikana çêkirina deqên Kurdewarî vekir

Fatê jineke Kurd a ji Mêrdînê ye û niha dikaneke çêkirina deqên Kurdewarî li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê vekiriye û bo xelkê dibêje dest ji tatoyên rojavayî berdin û vegerin ser kevneşopiya xwe.

Xwediya kargeha deqan Fatê Temel dibêje: “Mixabin ev kevneşopî zindî nayê wergirtin. Hêvîdar im bi keda min ev bê astekê. Her diçe tê jibîr kirin, li ber jinav çûnê ye. Ji ber bi şêwazê nû tato tên çêkirin û mirov êdî zêdetir daxwaza wan dikin.”

Deq, herçiqas li hemû Kurdistanê ji kevin de tên çêkirin jî lê niha ew kevneşopî zêdetir di nav Kurdên koçer û Êzdiyan de bi awayekî kêm be jî maye.

Derbarê amadekirina deqê de jî Fatê Temel got: “Çêkirina wê bi vî awayî ye; şîrê dayika ku zaroka keç jê re çêbûye û teniya agirê lempeya gazê tê tevlîhevkirin. Armanca bikaranîna şîrê dayika ku zaroka keç jê re çêbûye jî ev e ku tê bawerkirin ev bereketê bi xwe re tîne.”

Deq zêdetir li ser çav, zenî, dest, tilî, lêv, sing û mil dihatin çêkirin. Caran jin bi deqên li ser rûyên xwe diyar bûn ku ji kîjan eşîrê ne. Kurdan piranî deq bi armanca xweşikbûnê, xwe parastina ji çavên pîs, şer û nexweşiyê û herwiha bo temenekî dirêj û tendirûst û bextekî baş çêdikirin.

Welatî Selin Demir jî dibêje: “Li ser erzînga pîrika min deq hebû, dema ez zarok bûm min meraq dikir ku wateya wê çi ye. Niha jî cihekî wiha hatiye vekirin, em hatin û me li vir deq çêkir.”

Li gor lêkolerên di vî warî de, çêkirina deqan bi hezaran sal di nav Kurdan de belav bûye lê ji ber ola Îslamê çêkirina deqan û destkarîkirina bedena mirov maqûl nabîne bi rêjeyeke berbiçav ev kevneşopî kêm bûye.

 

Rudaw

Top