• Thursday, 26 February 2026
logo

Hemîle Gerdî Xelata ‘Fexr El-Ereb’ wergirt

Gulan Media November 26, 2021 Corane
Hemîle Gerdî Xelata ‘Fexr El-Ereb’ wergirt

Li bajarê Dubaiyê duh merasîma dabeşkirina Xelata Fexr El-Ereb birêve çû û Seroka Encûmena Birêvebirina Banka Herêmê ya Bazirganî RT Bank Hemîle Gerdî xelata `Şanaziya Ereb` wergirt.

Xelata Fexr El-Ereb (Şanaziya Ereb) ji aliyê Îmarat û Amerîkayê salane li Dubaiyê bi hevbeşî tê belavkirin û her sal çendîn kesayetên dahêner û serkeftî berbijêr in ku rola wan di aborî, kerta bankî û darayî, geşepêdana geştyarî û berpirsyariya civakî de heye.

Serokê Desteya Rêvebir a RT Bank Hemîle Gerdî jî ji ber kar û xebatên xwe yên di vî warî de bo vê xelatê wek berbijêr hatibû nîşandan û di merasîmê de `Xelata Fexr El-Ereb` bi wê hat dayîn.

Hemîle Gerdî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got, “Ev mezintirîn û girîngtirîn xelat e ji bo min wek jineke Kurd û Iraqî, ev jî me gelek han dide ku berdewam bin û serkeftî bin. Banka Herêmê ya Bazirganî di salên 2020-2021an de gelek serkeftin bidest xistin, çi li asta navxwe, herêmî yan jî navdewletî be. Diyartirîn a wan serkeftinan ew bû ku banka em li ser asta navdewletî û ji aliyê dezgeha Fitch ve hat naskirin û di kategoriyê de jî pileyeke taybet û baş pê da. Ev jî yek ji diyartirîn serkeftinan bû ku bidest xist, ji ber ku banka me tekane banka Iraqî ye ku niha li ser asta navdewletî hatiye pênasekirin.”

Hemîle Gerdî yek ji jinên diyar ên Kurd e ku di rêgirîkirina li spîkirina pere û werçerxaneke corî û geşepêdana di kerta bankî ya Herêma Kurdistanê de roleke berçav hebû.

Wê jina Kurd a serkeftî di gotara xwe de mizgîniyek jî da û got, “Mizgîniyekê jî didim we ku me daxwaza xwe ji bo vekirina liqeke Banka Herêmê ya Bazirganî li Îmarata Erebî ya Yekgirtî pêşkêş kiriye. Ev jî ji bo me cihê şanaziyê ye, em bibin yekem banka taybet a Iraqî ku liqeke wê li Îmaratê hebe. Bi izna Xwedê piştî temamkirina rêkarên fermî em dê liqeke banka xwe li Dubaiyê vekin.”

Hemîle Gerdî piştî wergirtina xelatê ji Rûdawê re jî axivî û tekez kir, ew xelat ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê gelek girang e û gelek şanaziyê bi wê yekê dike ku wek Kurdek ew hêjayî wê xelatê hatiye dîtin.

 

 

Rudaw

Top