Daxwazeke zêde li ser gûzên Elcewazê heye
Li navçeya Elcewazê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, gûzên tên berhemanîn ji ber daxwaza zêde ne bi kîlo lê bi liban (edet) tên firotin.
Li parêzgeha Bedlîsê salane 5 hezar ton gûz tên berhemanîn û gwîzên navçeya Elcewazê bi mezinbûn û tenikbûna qalikê xwe û bi rêjeya dohn û tama xwe gelekî cuda ne. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daxwazeke zêde li ser gûzên Elcewazê heye û ji ber wê jî bi liban tên firotin.
Wêne: AA
Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Bedlîsê Rifat Çelik got: “Li Bedlîsê 45 hezar dekar baxên gûzan hene. 500 hezar darên me yên berhem didin hene. Îsal nêzîkê milyonek û 500 hezar dolar dahata gûzan hebû. Li bajarê me 35 curên gûzan hene. Herwiha li Elcewazê salane 400 hezar şitlên gûzan tên berhemanîn.”
Wêne: AA
Gwîz ji bo aboriya Elcewazê û Bedlîsê cihekî girîng digire û bi sedan malbat debara xwe bi berhemanîna gûzan dikin.
Esnafê bi navê Muhammed Ustun jî dibêje: “Gûzên Elcewazê di asta cîhanî de di rêza yekem de cih digrin. Daxwazeke zêde li ser heye. Firotina bi liban jî kevneşopiyeke ji bav û kalên me maye. Hezar lib gûzên Elcewazê di navbera 12-15 kîlo tên.”
Wêne: AA
Xelkê Elcewazê jî gelek caran gûzan dikirin û ji mirovên xwe yên li bajarên Stenbol, Enqere û Bursayê re dişînin. Kîloya gwîzên Elcewazê di navbera 5-6 dolaran de tê firotin.
Rudaw
