• Friday, 27 February 2026
logo

Dêrsim mazuvaniya werzişvanên raftîngê dike

Gulan Media September 9, 2021 Corane
Dêrsim mazuvaniya werzişvanên raftîngê dike

Çemê Munzurê li parêzgeha Dêrsimê ku di Parka Geliyê Munzurê re derbas dibe, yek ji baştirîn pîstên raftîngê li Bakurê Kurdistanê û heta cîhanê jî tê hesibandin, di her wextê salê de geştyar serdana wê dikin.

Bi xweza, kanî û sûlavên xwe parêzgeha Dêrsimê yek ji parêzgehên herî balkêş ên Bakurê Kurdistanê ye. Salane beşeke zêde ya geştyaran ji bo borandina demên xweş serdana vê parêzgehê dikin.

Çemê Munzurê jî yek ji sembolên herî diyar ên wê parêzgehê ye. Niha ev çem ji bo werzişa raftîngê mazuvaniyê li beşeke geştiyaran dike. 

Mehmet Yıldırım, werzişvanê rafting dibêje:“Em ji bo geştê hatine Tunceliyê (Dêrsimê) û em geriyan. Bi xweza, av, mirov û keşûhewaya xwe hertişt bê hempa ye. Bi rastî mirov gelek kelecan dibe. Yek ji tiştên herî xweş a li vir werzîşa raftîngê ye.””

Geştyarên ku ji parêzgehên derdorê tên, di nav keskahiya xwezaya Dêrsîmê de bi beleman, bi qasî 5 demjimêran, li parkura 35 kîlometrayî ya  çemê Munzurê, werzişa raftîngê dikin. Geştiyar dibêjin ew çem ji bo wê werzişê gelek guncav e û navçe jî ji aliyê aboriyê de  erzan e

Ferhat Dayık ku ew jî ji bo raftingê serdana Dêrsimê û Çemê Munzurê kiriye, dibêje:“Hewayê Tunceliyê gelek xweş e, nirx jî gelek guncav in. Berî niha me li Muglayê jî raftîng dikir lê ev der ji wir xweştir e.

Ali Dayık cara duyê ye ku wek geştyar û ji bo werzişa rafting serdana Dêrsimê kiriye. Ew dibêje: “Ev cara duyem e ez raftîngê dikim berî niha min li Manavgatê jî kiribû ferqa vê derê û Manavgatê nîne.”

Dêrsim yek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku bi ava xwe ya pak û  çemên xwe  berniyas e. Çemê Munzur, Çemê Mercan û Çemê Pilurê ji çemên navdar ên vê parêzgehê ne. 

Her çend li gor salên derbasbûyî ji ber sedemên hişkesaliyê rêjeya ava çemên wê daketibe jî hejmara geştyaran a bo vê parêzgehê di zêdebûnê de ye. 

 

Rudaw

Top