Li Semsûrê keça di zeviya tûtinê de dixebitî beşa bijîşkiyê qezenc kir
Li navçeya Cêlikan ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê keça xwendekar a bi navê Hatice Unlu ku bi malbata xwe re karê tûtinê dikir bi pileyeke bilind beşa bijîşkiyê qezenç kir.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê encamên bicihkirina ezmûnên zanîngehê hatin eşkerekirin.
Keça malbata Unlu ya ku li navçeya Cêlikanê karê tûtinê dikin Hatice Unlu, bêyî ku biçe dersxaneyê bi derfetên xwe bû yekemê Semsûrê. Hatice Unlu di asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de jî bû xwendekara 107emîn û beşa bijîşkiyê ya Zanîngeha Medipol Stenbolê qezenç kir.
Xwendekar Hatice Unlu got "Ez di Ezmûna Perwerdehiya Bilind de li Semsûrê bûme yekemîn û di asta Tirkiyê de 107emîn im. Ez bi awayekî bi rêkûpêk xebitîm û min qezenç kir. Ez bi diya xwe re jî dibim alîkar. Em di zeviyê xwe de tûtinê diçînin û ez di karê tûtinê de bi malbata xwe re dixebitîm. Ti car telefona min tinebû. Hesabên min ê sosyal medyayê jî tinene. Piştî ez ji nav zeviyê dihatim min yekser dest bi dersa xwe dikir. Ez neçûm dersxaneyê û min dersên taybet jî wernegirtin."
Bavê Hatice Unlu Mehmet Unlu jî karê tûtin û mamostetiyê bi hev re dike. Mehmet Unlu dibêje, keça wî bi saya pirtûk xwendina berdewam bi ser ketiye.
Mehmet Unlu bavê Hatice Unlu dibêje "Hatice ji zaroktiya xwe ve bi awayekî rêkûpêk pirtûkan dixwîne. Guh dide mamosteyên xwe jî. Em li malê rojane pirtûkan dixwînin. Serkeftin bê ked nabe û Hatice jî bi kedeke mezin ev serkeftina bi dest xist. Ew neçû dersxaneyê û tenê li malê xebitî."
Mamosteyên Haticeyê jî balê dikşînin ser xebatên wê yên bi rêkûpêk û zîrektiya wê.
Resul Acar Rêvebirê Perwerdehiya Cêlikanê got "Hatice zaroka malbateke bi rêkûpêk e. Ji Xwedê de keçeke zîrek e. Zîrektiya xwe be aqilane bi kar tîne. Em kêfxweş û şanaz in."
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îsal 2 milyon û 500 hezar kes beşdarî Ezmûna Perwerdehiya Bilind bûn. 815 hezar xwendekaran zanîngeh qezenç kir. Xwendekarên ku zanîngeh qezenç kirin dê di navbera 4-10ê Îlonê de xwe li zanîngehê tomar bikin.
Rudaw
