Li Mûşê jinek bi xwedîkirina pêz debara mala xwe dike
Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jina bi navê Sureyya Yurekdeler ku berî 4 salan bi piştgiriya krediya Rêveberiya Çandinî û Daristanan ya Bajêr 40 mih kiribûn, di nav 4 salan de hejmara mihên xwe derxistiye 120an.
Li gundê Kravî yê parêzgeha Mûşê Sureyya Yurekdeler a xwedî 4 zarokan sala 2017an di çarçoveya "Projeya Cotkarên Ciwan" a Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Bajêr de 40 mih kirîn.
Yurekdeler bi alîkariya hevjînê xwe pezê xwe xwedî dike û armanca wê ew e bibe xwediyê keriyek pez.
Yurekdeler dibêje, min di 4 salan de hejmara pezên xwe derxist 120an û ez ê di karê ajaldariyê de berdewam bim.
Sureyya Yurekdeler, xwediya pez, dibêje, “Min bi piştgiriyê dest bi ajaldariyê kir û di nav 4 salan da hejmara wan derxiste 120an. Hem jiyana malbata min guherî hem jî pezê min zêde bû. Ez bi şîr debara mala xwe dikim. Ez mihan didoşim û di kar de mêrê min alîkariya min dike. Ez ê ajaldariyê dewam bikim. Ez dixwazim hejmara pezê xwe zêde bikim û bibim xwediyê keriyek pez. Em berxên nêr difroşin yên mê jî ji bo zayînê dihêlin. Ji bo jinekê xwedîkirina ajalan zor e lê ez mecbûr im xwedî bikim. Em êdî debara xwe bi ajaldariyê dikin.”
Li Bakurê Kurdistanê di salên dawî de hewldan û bandora jinan di warê aboriyê de zêde bûye.
Li parêzgeha Mûşê jina bi navê İnci Sayılgan Tok jî di destpêka sala 2021ê de kargeheke cilûbergan vekiribû ku 50 kes tê de dixebitîn.
Rudaw
