Li çiyayê Agirî befir barî
5 hezar û 137 metreyan bilinde.
Bilindtirîn çiyayê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê ye.
Îro di çarçoveya pêla baran barînê yaku beşek ji Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê daye berxwe, li çiyayê Agirî befir barî.
Çiyayê Agirî ku dikeve herêma Serhedê ya li Bakûrê Kurdistanê, bilindtirîn çiyayê Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye.
Bilindahiya çiyayê Agirî 5 hezar û 137 metreye.
Barîna befirê li Agirî bo xelkê herêmê nîşaneya nêz bûna zistanê ye û şêniyên herêmê jî hêdî hêdî dest bi amadekariyên zistanê dikin.
