Pîzzaya herî mezin a Hewlêrê
Xebatkarên xwaringeha UK PIZZA ya li Hewlêrê bi minasebeta yekemîn salvegera damezrandina xwe pîzzayeke 160 cm çêkirin.
Xwediyê UK PIZZAyê Senar got pîzza ku wan çêkiriye pîzzaya herî mezin e ku heya niha li Hewlêr, Herêma Kurdistanê û heta li Iraqê jî hatiye çêkirin.
Pîzza di nêzikê demjimêrekî de hat amadekirin û 15 kîlo penîr, 12 kîlo ard, 10 kîlo goştê spî û sicûq hatin bikaranîn. Pîzza ji 12 parçeyan pêk tê û her parîeyek 80 santîmetre ye.
Rudaw
