Îro Cejna Batizmî ya Kurdên Êzdî ye
Pêşîmamê hoza Çêlika Asim Xwêdêda derbarê vê cejnê de ji Rûdawê re ragihand: “Ez Cejna Batîzmê li hemû Êzdiyan û bi taybetî jî li eşêra Çêlka pîroz dikim. Cejna Batîzmê 7 rojan berdewam dibe. Beriya cejnê rojî tên girtin. Ji roja yekemîn a Yeşkemê re em dibêjin Cilşo. Ya duyemîn wate Duşemê em radibin rojiyê. Sêşem û Çarşemê em rojiyan digrin. Roja Çarşemê qurban tên serjêkirin. Ev roj roja Qurbanê ye. Evara roja Çarşemê li mala micêwir xewre tê çêkirin. Roja Pênşemê her malek diçe li mala micêwirî xewrî tîne. Mala micêwir malekî taybet e.”
Asim Xwedê da diyar kir, ku dema ew li Şingalê bûn dilê wan xweştir bûye û cejnên wan zêdetir bi xweşî û şahî bûne û wiha axivî:
“Wê rojê de ciwanan aheng sazdikirin. Li civata bavê min roja Şevberatê heta sibê qewl û beyt dihatine gotin. Lê piştî karesata bi ser me de hat, pîrzokirina vî cejnî li kampan û di bin çadiran de zehmet e. Lê em li ku dibin bila bibin emê cejn û nerîtên xwe birêve bibin.”
Pêşîmamê Çêlka da zanîn, ku ev cejn her sal serê sale têne pîrozkirin û tê wateye destpêkirina jiyan û salekî nû.
Cejna Batizmiyê
Li gorî pirtûka bi navê “Cejnên Êzdiyan”, Cejna Batizmiyê ji bo Pîralî tê pîroz kirin, ji lewra jê re dibêjin Batizmiya Piyalî. Ev cejn bi rêûremên cuda û di nava Êzdiyên eşîra Çêlka de tê pîroz kirin.
Batizmî li cem Çêlkan yek ji cejnên Êzdiyan yên here giring û bi fer e. Ji lewra di nava dewr-deman de Batizmî buye nasnameya Çêlkan. Sedem jî ew e, ku bitenê Êzdiyên Çêlkî vê cejnê û di bin vî navî de pîroz dikin. Çêlkî bi pêkanîna vê cejnê, li rîtûal, nerît û rêûresmên xwe yên hezarên salan diparêzin.
Ev cejna Êzdiyan, bi tevê Şingal û Başûrê Kurdistanê li herema Mêrdînê ya Bakûrê Kurdistanê jî di nava xelkên ne Êzdî û xerîb de, gelek navdar û naskirî ye. Dostên Êzdiyan dema pêkanîna cejnê dizanin û ji bo pîrozkirinê têne nava Êzdiyan.
Tu kes nizane ka ji kîjan serdemî ve cejna Batizmiyê di nava Çelkan de hatiye destpê kirin. Êlên Çêlkan yên sereke ev in: Şemikan, Memilan, Kelikan û Dasikan.
Rudaw
