Nêçîrvan Barzanî ji Heyder Ebadî re name şandiye
Malîkî got: “Ez hest pê dikim, ku em pir nêzîkî vekirina deriyeke guftugoyê bûne di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de. Niha dem di berjewendiya çareserkirina kêşe û kêmasiyan de ye. Ez bawer dikim, ku zêde naçe û di demekê nêzîk de Bexda vê role bilîze.”
“Malîkî bi hevpeyvîna li gel Rûdawê, çavê Ebadî tirsand”
Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder derbarê destpêkirina danûstandinan ji Rûdawê re ragihand: “Eger hilbijartin di dema hatiye diyarkirin de wate roja 12ê Gulana 2018ê werin kirin, danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dimînin piştî hilbijartinan. Çimku kîjan alî li gel Kurdan rêbikeve dê bibêjin xayîn e. kî zêdetir li dijî Kurdan biaxive û dijûnan bike ew dê zêdetir dengan bidest bixe. Lê eger hilbijartin werin paşxistin, ku egereke mezin heye ji bo meha Cotmehê werin paşxistin, wê demê bêguman dê danûstandin jî dest pê bikin.
Mesûd Heyder hevpeyvîna Nûrî Malîkî ya li gel Rûdawê jî weke “peyameke siyasî” binav kir û got: “Hevpeyvîna Malîkî ji bo Herêma Kurdistanê û heyder Ebadî peyamek bû. Malîkî zilamekî bi hêz e û serokê fraksiyona herî mezin a parlamentoyê ye. Bi vê dîdarê çavê Ebadî jî ditirsîne, ev yek jî di berjewendiya Kurdan de ye û dê gelek bandorê li aramkirina rewşê jî bike.”
Du wezîrên Iraqê têne Hewlêrê
Li gorî zanyariyan, biryare Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Erecî û Wezîrê Berevaniyê Îrfan Heyalî, bi armanca guftugokirina li ser xalên sînorî û firokexaneyan, serdana Herêma Kurdistanê bikin.
Mesûd Heyder dibêje: “Guvaşên navdewletî û yên navxweyî bûne sedema serdana van wezîran. Herwiha, beşek jî bi hevpeyvîna li gel Nûrî Malîkî ve têkildare.”
Endamê serkirdetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û serokê fransiyona vê partiyê li Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdullah jî ji Rûdawê re got: “Malîkî piştgiriya guftugoyan dike. Ji ber ku dizane piştgiriyeke navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê çêbûye û paşxistina guftugoyan jî bandorê li ser tevahiya Iraqê dike.”
Derbarê vê mijarên de Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Erefat Ekrem jî ragihand: “Hevpeyvîna Malîkî tirs xiste dilê Ebadî, ku dibe Kurd li gel wî hevpeymaniyê bikin. Nêzîkbûna PDK û YNKê jî giring e. ji ber ku bi hevre nebin, nikarin li Kurdistan û Iraqê ti livînekê bikin. Bi şêweyekî giştî peyamên Malîkî erênî bûn. Lê şîe de ma desthilat bin tiştek in dema bê desthilat bin dibin tiştekî din. Wate di desthilat û bê desthilatbûnê de ji hev cuda ne.”
“Ebadî pozbilind e”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî cemidandina encamên giştpirsiya serxwebûnê û rêzgirtina li biryara Dadgeha Federal a Iraqê, ji bo guftugoyan jî amadebûna xwe nîşan da. Lê Bexda heta niha jî ji bo danûstandina ne amade ye. Herwiha di serî de Serokê Fransayê, karbidestên çendîn welatên mezin jî ji Bexdayê daxwaz kirin, ku li gel Hewlêrê danûstandinan bike lê ti encameke van daxwazan nebûye.
Arêz Ebdûllah Ebadî weke “mirovekî pozbilind” binav dike, ku nexwestiye li gel fraksiyonên Kurdistanî bicive. Ebdullah dibêje: “Sedema pozbilindiya Ebadî, Amerîka û Brîtanya ye. wan hiştiye ku Ebadî ev hinde pozbilind û jixwehez be. Lê êdî wan jî fêmkiriye ku pozbilindiya Ebadî zirarê digihîne Amerîka û Brîtanyayê jî.”
Lê bi nêrîna Fraksiyona PDKê, pozbilindiya Ebadî bi demkî ye. Herwiha Îran jî naxwaze di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftugo çêbibin.
Bi gotina Erefat Ekrem: “Tenê Amerîka û mercia olî ya Necefê dikarin guvaşê bixin ser hikûmeta Bexdayê. Nexwe Îran naxwaze guftugo werin kirin. Çimku Îran dixwaze statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê hilweşe. Lê dawiya dawîn, hikûmeta Iraqê naçar e were ser maseya danûstandin.”
Bûdceya Kurdistanê zêde dibe?
Ji bilî birêvebirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nakokiyeke mezin e, mijara bûdceyê jî di navbera herdu aliyan de nakokiyekî cidî ye.
Di projeyasaya bûdceya sala 2018ê ya Iraqê de, Civata Wezîran para Herêma Kurdistanê ji % 17 daxiste ji % 12an, paşî projeyasa ji Parlamentoya Iraqê hate vekişandin.
Mesûd Heyder, ku di heman demê de endamê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê ye, dibêje: “Eger Iraq para Herêma Kurdistanê ji 10 trîlyon dînaram kêmtir bike, Sindûqa Navdewletî ya Dirav IMF jî deynan nade hikûmeta Bexdayê. Ez bi xwe li Emmana paytexta Urdinê bûm û min ji devê berpirsên IMFê bihîst ku eger para Herêma Kurdistanê neyê zêdekirin, ew ne amade ne deynan bidin Iraqê. Lewma jî Bexda neçar e li gel Hewlêrê danûstandinan bike.”
Ji bo dagirtina kêmûkûrtiyên darayî, pêwîstiya Iraqê bi 6 heta 7 milyar dolaran heye. Biryare di Sibata sala 2018ê de li Kuweytê, ji bo avadankirina Iraqê kongreya komkirina alîkariyan birêve biçe. Lê Sindûqa Navdewletî ya Dirav û Banka Navdewletî hişyarî dane Iraqê, eger para Herêma Kurdistanê zêde neke, ew dê nehêlin ev kongre were lidarxistin û Iraq alîkariyan werbigre.
Nameya Nêçîrvan Barzanî
Ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name şandiye. Herwiha, Destey Serokatiya Komarê ya Iraqê jî daxwaza destpêkirina guftugoyan kiriye.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî ji Heyder Ebadî re nameyekî fermî şandiye û gotiye, nabe bi rêya civînên çapemeniyê bersiva hev bidin û dawiya dawîn divê pirsgirêk bi riya danûstandinan werin çareserkirin. Lê heta niha jî Serokwezîrê Iraqê bersiva vê nameyê nedaye.
Rudaw
