• Thursday, 19 February 2026
logo

ROJEVA TIRKIYE – Li dijî PKKê ji Tirkiye, Îran û Iraqê tevgera hevbeş

Gulan Media October 27, 2017 Nûçe
ROJEVA TIRKIYE – Li dijî PKKê ji Tirkiye, Îran û Iraqê tevgera hevbeş
Li Tirkiye medya bêhtir eleqe bi seredana Ebadî ya li gel Enqere û dûmahiyên wê dide. Medya ya nêzikî hikumetê seredanê ji çend aliyan ve dinirxîne. Rojname naveroka vê seredanê bi agahiyên kûlîsên li Enqere eşkere dikin û kiteyên civînên Ebadî li gel Erdogan û Yildirim ji raya giştî re radigihînin.

Hin rojname ji alî aborî ve, hin ji alî operasyonên leşkerî ve û hinek jî ji aliyê têkbirina PKKê ve li Rojhilata Navîn meseleyê dinirxînin.

Rojnameya Yenî Şafak jî yek ji wan dezgehên medayayê ye ku mijar ji aliyê operasyona li hemberî PKKê ve kiriye nûçe.

Yenî Şafak: Ji Bo Qendîlê midaxaleya hevpar

Li gorî rojnameyê Tirkiye û Îran li hemberî PKKê amadekariya operasyoneke hevpar dikin. Li gorî agahiyên ku rojname dide, arteşên herdu welatan li ser operasyona hevpar dixebitin. Rojname diyar dike, ku di salên 90 de li hemberî PKKê gelek operasyon dihatine kirin lê ji ber ku nîvê Qendîlê dikeve ser Îranê, PKKyî diçûne wî alî û pişt re vedigeriyan û êrîşê Tirkiye dikirin.

Rojname dibêje: “Hevkariya ku piştî referandûma qorkan ya Barzanî destpê kir, ji bo PKKê jî berdewam dike. Li ser daxwaza arteşa Tirkiye, dema ku Tirkiye operasyon pêk anîn, wê Îran jî rêyên ku PKKyî tê re direvin Îranê bigire û ew jî dê piştgiriya operasyonan bike.”

Biryara Deriyê Ovakoyê

Di rojnameya Yenî Şafakê de gotara Bînalî Yildirim ya di derheqê hatina Ebadî de jî cîh digire û Yildirim dibêje me biryar daye ku li gel Iraqê Deriyê Ovakoyê vekin.


Xeta çekan ya YPG û DYAyê hate girtin

Di nûçeyeke din ya rojnameyê de wiha tê gotin: “Arteşa Iraqê, deriyê Yarûbiye yê ku xeta veguhestina çekên DYAyê bo YPGê li xwe digire, ji aliyê arteşa Iraqê ve hatiye kontrolkirin û piştgiriya ku ji 2014an ve beredwam dikir bi dawî hatiye.

Rojname dide xuyakirin, arteşa Iraqê piştî Yarûbiye berê xwe daye Deriyê Sêmalka û li vir di navbera wan û pêşmerge de pêvçûn derketine û PKK jî bo piştgiriya pêşmerge çekdarên xwe dişîne vê herêmê. Li gorî rojnameyê DYA jî piştgiriya îstixbarî dide pêşmerge û gerîlayan.

Li hemberî Sûriye sabotaja Dahlan

Nuçeya derbarê vê mijarê de wiha ye: “Muhamed Dahlan ku weke qatîlê kirêgirtî yê Rojhilata Navîn tê zanîn, li ser kontenjana Mîrektiyên Ereban weke nûnerê Sûrî di gotûbêjan de hate pêywirdarkirin. Tevî ku Tirkiye li dijî mijarê ye jî bi saya Dahlan PKK/PYD di gotûbêjan de dibe xwedî berdevkekî. Rûsya jî piştgiriya vê mijarê dike.”

Star: Kerkûk aramiyê dixwaze

Rojnameya Star hatina Ebadî û mijara Kerkûkê bi vê manşetê nirxandiye.

Rojname wiha dibêje: “Kerkûk a ku bi rêvebertiya Barzanî berdêlên giran dida, niha di bin atmosfereke bi hêvî û guman de ye. Welatî dibên me ji zilma etnîk û mezhebî derbê giran xwarine û em wê red dikin.”

Bila 500 hezar tirkmen vegerin

Di rojnameyê de gotareke Elî Mehdî Endamê Meclîsa Kerkûkê jî cîh digire. Mehdî jî dibê em naxwazin ji rêvebertiyeke zorbe derbasî rêveberiya mezhebî bibin. Telafer û Tûzxurmatû hate rizgarkirin lê hîna jî 500 hezar tirkmen venegeriyane malên xwe. Polîtîkayên mezhebî yên Bexdayê me nerehet dikin.

Di rojnameyê de gotareke Sefîn Dizeyî Berdevkê Hikumeta Kurdistanê jî cîh digire. Dizeyî dibêje pêwendiyên wan û Tirkiye bi hêsanî nehatine avakirin lê bi hêsanî têk çûne. Dizeyî dide xuyakirin, ku ew dixwazin li ser mijarên hesas pêwendiyan geştir bikin.

Herwiha rojname di nûçeyek xwe de jî îdia dike ku YPG Reqayê ji nav biriye û niha jî dest bi dizî û talanê kiriye.

Milliyet: Çaverêyiya aramiyê

Ronameya Milliyet geşedanên dawîn bi vê manşetê li rûpela xwe ya yekem belav kiriye. Li gorî rojnameyê ku peyamnerekî wan li Hewlêrê ye, hevkariya Tirkiye, Iraq û Îranê hevsengiyên herêmê guhertine. Li gorî rojnameyê esnafên ku karên wan gelekî daketine bertek nîşanî Barzanî didin.

Turkiye: Me gotibû emê xirabikin

Ew rojname gotara mijarên dawîn û hatina Ebadî bi gotineke Bînalî Yildirim spartiye û kiriye manşet. Rojname dibêje “lîstika Barzanî ya perçekerina Tirkiye, piştî rizgarkirina Kerkûkê ji holê rabûye.”

Rojname wiha dinivîse: “Me hesabên xwînî yên li Rojhilata Navîn serobinî kirin. Enqere, Barzanî yê ku li Hewlêrê alaya Îsraîlê bilind dikir by pas dike. Li Sûriye jî dor hat hêviya dawî ya PYD ango Efrînê.”

Hurriyet: Di 32 seatan de Erbîl

Rojnameya Hurriyetê geşedanên dawîn bi rêya di navbera Hewlêr û Tirkiye sepandiye û nûçe li ser ambargoya esmanî ya li ser Kurdistanê weşandiye. Li gorî rojnameyê piştî ku balefir hatine qedexekirin, çûnhata di navbera Hewlêr û Bajarên Tirkiye de jî dişibe fîlmên macerayê.

Mijarên din ên girîng di rojeva Tirkiye de:

Di rojeva civaka Tirkiey û medyaya Tirkiye de mijara din ya ku weke babeta sereke hatiye nirxandin û nûçe li ser hatine çêkirin jî mijarên navxweyî ne ku ji gelek sernavan pêk tên. Mijarên demokrasî, fişarên li ser rojnamegeriyê, operasyonên li hemberî sazî û dezgehên gerdûnî, kesên ku têne girtin, binpêkirina mafên mirovî derdikevin pêş.

Karar: Berdana sîxuran

Rojnameya Karar mijara berdana 8 endamên sazî û komeleyên navdewletî kiriye manşet û ew kesên ku 113 rojan di girtîgehê de hatin girtin weke babeta sereke nirxandiye di rûpelên xwe de.

Rojname dibêje di rûniştina yekê de ew hatine berdan û tenê ew îmaja xirab ya Tirkiye ku 4 mehan li cîhanê belav dibû maye. Li gorî medya Elmanî Şansolyeyê kevfn Schroder jî li ser daxwaza hikumeta Elmanya hatiye Tirkiye û navbeynkarî di navbera Elmanya û Erdogan de kiriye.

Cumhuriyet: Vegerin demokrasiyê

Ew rojname îro bi vê manşetê derketiye û giringiyê bi daxuyaniya rapora Neteweyên Yekbûyî dide ku ew rapor ji bo DMMEyê hatibû şandin. Di nuçeya manşetê de amaje bi rapora ku li ser navê NEyê ji aliyê David Kaye ve hatibû amadekirin û weke pêşniyaz ji DMMEyê re hatibû şandin te dayîn. Kaye di rapora xwe de dide zanîn ku bi taybetî di warê rojnamegerî, mafên mirovî û azadiyên şexsî de rewşeke giran li Tirkiye heye û hikumeta Tirkiye bi hinceta hewla derbeyê opozisyon û kesên mixalîf tasfiye dike. Herwiha di raporê de tê gotin her çiqasî pêdivî bi Rewşa Awarte nemabe jî ew ji laî hikumetê ve weke kertik tê bikaranîn.

Name bo Trûmp:

Di rojnameya Cumhuriyetê de nûçeyeke din jî li ser nameya 14 senatorên Amerîkayê ye. Li gorî agahiyan 14 senatoran ji Trump re nameyek şandine û ji wî xwestine da ku fişarên li ser Tirkiye girantir bike ji ber ku demokrasiyê li vî welatî derbeyeke giran xwariye, mafên mirovî bi giranî têne binpêkirin û Tirkiye ji pîvanên mirovahiyê dur dikeve. Her wiha li gorî agahiyên ku rojname radigihîne ew 14 senator piştgiriya DYAyê ya di rakirina vîzeyan de jî dike. Di nava wan 14 kesan de Bernie Sanders û John McCain jî cîh digirin.

900 DAIŞî vegeriyan

Di lapera yekem ya rojnameyê de nûçeyeke balkêş jî daxuyaniya saziyeke amerîkî ye. Soufan Center ku saziyeke lêkolînî û ramanî ye, eşkere kiriye ku 5 hezar û 600 endamên DAIŞê yên biyanî vegeriyane welatên xwe û 900 endamên DAIŞê ku welatiyê Tirkiye ne jî hatine nava vî welatî.

Aydinlik: Dorpêça aborî di meriyetê de ye

Ew rojname rewşa Tirkiye ji alî mijar û geşedanên aborî ve dinirxîne û dide zanîn ku li hemberî Tirkiye dorpêçeke aborî ya welatên Ewropî û ayê destpêkiriye.

Sozcû : Ew çi serwerî ye

Rojnameya Sozcu rewşa navxweyî ya Tirkiye li ser mesrefên saziyên fermî û mesrefên xelkê medenî kiriye manşeta xwe.

Rojname wiha dibê: “Xelk bi zikê birçû radizê lê hikumet bi îsrafeke mezin muçeyê xerç dike. Rojname dibê Qesr û Meclîs ji tasarûfkirinê dûr hatine hiştin.”

NATO û S-400

Di lapera yekem de nûçeya din ya balkêş jî daxuyaniya NATOyê ya di derbarê danûstandinên S-400 de ye.

Rojname wiha dinivîse: “Tenê NATO mabû ku gef li Tirkiye nexweribûn lê ew jî bi cî hat. Serokê Leşkerî yê NATOyê dibê heke hûn S-400an bikirin hûn dê neçar bin ku encamên wê jî qebûl bikin.”

Ozgurlukçu Demokrasî: Mesafeya çareseriyê seatek e

Rojnameya Ozgürlukçu Demokrasî weke çareseriya hemû pirsigirêkan Ocalan nişan dide û dibê ger li gel Ocalan gotûbêj destpê bikin wê hemû kêşe çareser bibin.

Nûçeya manşetê wiha ye: “Şanda Îmraliyê careke din hikumeta ku ji bo ku desthilata xwe jidest nede Tirkiye veguhestiye goristan û zindanekê, li aliyê di rêya dijminatiya kurdan de di hemû macerayên xwe yên li Rojhilata Navîn de serobinî dibe hişyar dike û dibê li gel Ocalan rûnin û bo hemû kêşeyan reçeteya kêşeyan bidest bixin.”


Xayîntî û xiyanet

Yek ji mijarên ku li ser medya Tirkiye herî zêde dibe sedema nîqaşan ji mijara xayîntî û xiyanetê ye. Erdogan di gotareke xwe de gotibu me li hemberî Stenbolê xiyanet kiriye û berpirsê wê jî ez im. Mebest mîmarî û dîzayna bajer bû.

Li ser vê Serokê CHP Kiliçdaroglû gotarek pêşkêş kir û got kesê ku xayîn be divê li ser wî postî nemîne. Parlementerên heman partiyê jî çend daxuyanî dan û tometên giran li Erdogan kirin.

Ji alî AKPê ve jî ew gotar hatin nirxandin û heqaret û tometên giran li CHP hatin kirin. Wan jî CHP weke berpirsê xirabiya vî bajarî nîşan din. Têkiliyên AKP û CHP careke din gur û tund bûn li ser van gotaran.

Ji alî Parlementera HDP ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû ve jî pêşnûmeyek hate dayîn da ku lêkolîn li ser wê xiyanetê bêne kirin.

Mûçeya Tirkiye tê kêmkirin

Di lûtkeya Yêkîtiya Ewropayê de ku li Strasbourgê hate sazkirin, ew pêşniyaz hate kirin da ku mûçeya ku yekîtî ji bo amadekariyên endamtiya Tirkiye tê dayîn bête kêmkirin. Yekîtî her sal 217 milyon Eûro tê dayîn li gorî pêşniyazê wê ew mûçe mi qasî 80 milyon Eûro bê kêmkirin. Tê payîn ku ew pêşniyaz bê qebûlkirin.

Piştî vê rûdanê Lîreyê Tirkiye careke din bihayê xew jidest da û dolar gihîşt 3.80 qurişî.

Bernameya NÇM

Navenda Çanda Mezopotamya 3mîn rojên çand û hunera kurdî da destpêkirin. Li Stenbolê bi maweya hefteyekê gelek konser, numayîşên şano û sînema, panêl, pêşengeh û çalakiyên hunerî dê birêve biçin û gelek hunermendên kurd jî beşdarin di vê organîzasyonê de.

Rudaw
Top