• Tuesday, 10 February 2026
logo

H. Kurdistanê bi 33 kompaniyan re rêkeftin îmza kiriye

Gulan Media April 17, 2013 Nûçe
H. Kurdistanê bi 33 kompaniyan re rêkeftin îmza kiriye
Di nava birêveçûna duyem platforma aborî di navbera Herêmê û Îmarata Erebî de ku duh li bajarê Hewlêrê birêveçû, serpereştyarê encûmena aborî li encûmena wezîran a Herêma Kurdistanê çend amarek sebaret bi asta veberhênan û yedeka neft û gaza Kurdistanê aşkira kir.

Di wê barê de Osman Şiwanî got: Di dema 5 salên borî de qebare û veberhênan li Herêma Kurdistanê gihîştiye nêzîkî 25 milyar dolar ku li ser 500 projeyên cur be cur li parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine dabeşkirin, her wek niha jî nêzîkî 2000 kompaniyên biyanî li Herêmê kar dikin.

Li barê veberhênana neftê jî Osman Şiwanî ragihand: Hikûmeta Herêmê gavên baş avêtine û 57 rêkeftin li gel 33 kompaniyên navdewletî îmza kirine û ji niha de tê çavrêkirin ku yedeka nefta herêmê 45 milyar bermîl be û ji bo yedeka gazê jî Osman Şiwanî da zanîn ku ji niha de tê pêşbînî kirin ku 2.8 ta 5.7 tirliyon metir sê car yedeka gaza Herêma Kurdistanê bê.

Serperştyarê encûmena aborî li encûmena wezîran ew jî aşkira kir ku rojane Herêma Kurdistanê zêdetir li 400 hezar bermîl neft berhem tîne.

Xendan
Top