• Tuesday, 10 February 2026
logo

Parêzgarê Mûsilê Esîl Nuceyfî ji Kirdareke Terorîstî Rizgar Bû

Gulan Media April 17, 2013 Nûçe
Parêzgarê Mûsilê Esîl Nuceyfî ji Kirdareke Terorîstî Rizgar Bû
Nivîsîngeha parêzgeha Mûsilê ragihand, ku Esîl Nuceyfî îro ji bûyereke terorîstî rizgar bûye. Li gor evê zanyarîyê îro li başûrê Mûsilê bombeke çandinî bi karwana otomobîla Esîl Nuceyfî parêzgarê Mûsilê ve teqîya ye, lê Nuceyfî lê rizgar bûye û ti ziyaneke giyanî çê nebûye, tenê zirar gihîjtîye otomobîlekê karwanê.


Di evê bareyê de bireveberê nivîsîngeha parêzgarê Mûsilê Elî Mehmûd ragihand:´´ pêş nîvroja îro li rêya giştîya Gebare (30 mîlometrîya başûrê Mûsilê) bombeke çandinî bi karwana parêzgarê Mûsilê ve teqîya, lê parêzgar Esîl Nuceyfî lê rizgar bû û tu ziyanek negihîjte wî û tenê otomobîleê ziyan dît.´´

Elî Mehmûd herwiha got:´´ hêzeke ewlehîyê piştî bûyerê, xwe gihande cihê bûyerê û di heman demê de parêzgar serdana xwe bo bajarokê Gebare têk neda û berdewamî bi geşta xwe da.
Top