• Tuesday, 10 February 2026
logo

Demîrtaş: Çekdarên PKK’ê dê Heta Dawîya Payîzê Vekişin

Gulan Media April 16, 2013 Nûçe
Demîrtaş: Çekdarên PKK’ê dê Heta Dawîya Payîzê Vekişin
Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir, ku heke heta 10 rojan gavên girîng bihêne havêjtin, dê heta dawiya payîzê hêzên çekdarên PKK’ê paşve vekişin û derkevin derveyî sînoran


Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş ragihand, ku nameya Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan ku ji bo vekişîna hêzên çekdar ên PKK’ê nivîsandiye dê heta çend rojan bigihije Qendîlê. Li gorî nûçeya NTV’ê Demîrtaş li Berlîna Almanyayê axivî. Demîrtaş da xuyakirin, ku li gorî bersiva ku dê PKK bide û heke heta 10 rojan gav bihêne havêjtin, dê çekdarên PKK’ê heta dawiya payîzê vekişin derveyî sînoran.

Demîrtaş da zanîn, ku vekişîn gava yekemîn a vê pêvajoyê ye û gava duyemîn jî makeqanûne. Demîrtaş got, ku li gorî gava duyemîn dê derbarê kurdan de guherînên makeqanûnî çêbibin.
Top