PDK: Me Daxwaza Paşde Xistin Anjî Dirêj Kirina Dema Serokatiya Kurdistanê Nekiriye
Peyvdarê mekteb siyasiya Kurdistanê ev yek eşkere kiriye ku, di civîna Hefteya derbasbûyî ya navbera PDK û YNKê de bi tenê behsa çawetiya berbijar kirina Serokatiya Kurdistanê hatiye kirin ev yek jî meseleyeke qanûniye ne meseleyeke siyasî.
Çavkanî eşkere kir ku, di vê derbarê de kêşeyeke biçûk a qanûnî heye û ew jî ewe ku, gelo her du devreyên Serokatiya Kurdistanê weke du devreyan tên hesbandin anjî bi tenê devreya rasterast ya hilbijartinên Serokatî ji aliyê xelk ve tê hesbandin, jiber ku, di devreya yekem de ji aliyê Parlementoyê ve hatiye hilbijartin û ev yek jî nayê hesbandin.
Lê di devreya dudiyan de Serokê Kurdistanê ji aliyê xelk ve hatiye hilbijartin û bi vê rengî jî ev yek devreye ku, Serok Barzanî Serokê Kurdistanê ye.
