Kar û çalakiyên duyem roja şanedeya herêma Kurdistanê li Amerîkayê
Di du civînên cihê de digel Jaimes Jons rawêjkarê berê yê ewlekariya entewîya Amerîkayî û endamên konseya ewlekariya netewî, şandeya herêma Kurdistanê behsa rewşa herêma Kurdistanê a piştî 10 salan ji azadiya Îraqê kir û îşaret bi wan destkeftî û pêşkeftinên li herêma Kurdistanê bi dest ve ahtine di nava van salan de kir û got ku di warê binyatdanan, avadankirin, îstîqrar û aramiyê de herêma Kurdistanê gelek ji deverên din yê Îraqê cudaye.
Fuad Hisên di axavtina xwe de behsa destkeftiyên herêma Kurdistanê yên di warê damezrandina saziyan, çespandina demokrasiyê û pêkvejiyana tevaya pêkhateyên herêma Kurdistanê kir.
Berpirsên amerîkayî serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Amerîkayê bi pêngavek baş da zanîn û gotin ku bi rêya endamêm şandeya Kurdistanê ew ji nêzîk ve haydarî rewşa Îraqê û helwestê herêma Kurdistanê li hember çareserkirina kirîza Îraqê bûn.
Di heman rojê de şandeya herêma Kurdistanê digel redaksyona rojnameya Waşington Post û peyamnêrên Wall Street Journal hevpeyvîn kirin û bi dûrûdirêjî behsa rewşa herêma Kurdistanê, Îraqê û helwestê herêma Kurdistanê li hember pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, kirîza siyasiya Îraqê, têkeliyên herêma Kurdistanê digel cîhanê û welatên cîran, têkeliyên herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re, rewşa Suriyeyê û penaberên surî li herêma Kurdistanê û hin pirsên herêmî zelal kirin.
Her di berdewamiya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve û Qubad Talebanî berpirsê fermangeha hevahengiyê, digel Maikel Dîlanî cîgirê nûnerê bazirganîya hikûmeta Amerîkayê bo karûbarên başûrê Asiya û Îraqê civiyan û hijmareke pirsêm girêdayî aborî, bazirganî û sermayerazandinê minaqeşekirin. Şandeya herêma Kurdistanê tekîd kir ku, Kurdistan dixwaze di warê siyasî, civakî, kulturî, zanistî û bazirganî de têkeliyên xwe digel saziyên Amerîkayê xuert bike.
Her li Waşingtonê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve û Qubad Talebanî berpirsên fermangeha hevahengiyê digel nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a li Amerîkayê civiyan û di civînê de kar û çalakiyên nûneratiya hikûmetê bilind hatin nirxandin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, nûneratiya hikûmeta Kurdistanê nûnera hemû xelkê Kurdistanê ye.
Şandeya herêma Kurdistyanê digel senatorê komarî Rocer Wîker civiya û di civînê de Fuad Hisên di axavtinekê de behsa kirîza siyasiya Îraqê kir û got ku, herêma Kurdistanê ji wê yekê dilgirane ku careke din hukimê diktatorî li Îraqê serî hilde û helwest û biryarên serokwezîrê Îraqê li hember pirosesa siyasî wê yekê diyar dikin ku, Îraq ber bi aqarekê xeter ve diçe.
Hisên daxwaz kir ku, senator û îdareya Amerîkayê di çareserkirina kirza Îraqê de rola xwe bilîzin.
Danial Yergîn ji saziya Kambrîç şandeya herêma Kurdistanê vexwand nanxwarinê û merasima nanxwarnê de hijmareke berprisên warê enerjiyê amade bûn.
Di merasimê de, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî behsa sektora enerjiyê û siyaseta hikûmeta Kurdistanê a di warê neftê de kir û got ku, hemû pêngavên herêma Kurdistanê di warê enerjî û neftê de diavêje hemû yasayî û li gor destûra Îraqê ne. Hewramî got jî ku, divê samanê di berjewendiya hemû gekên Îraqê de be û bi awayekê baş mifa jê bê wergirtin.
