• Tuesday, 10 February 2026
logo

650 Hezar Endamên Dezgehên Ewlekarî Roja Şemî Deng Didin

Gulan Media April 10, 2013 Nûçe
650 Hezar Endamên Dezgehên Ewlekarî Roja Şemî Deng Didin
Evro Komisyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê ragihand ku, amadekariyên birêvebirina hilbijartinên Parêzgehên Îraqê bi dawî hatine.

Komisyon di derdewamiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, endam û karmendên dezgehên ewlekarî yên Îraqê vê Hefteyek beriya her kesî dengên xwe bidin û ji bo vê yekê vê di roja Şemî de endam û karmendên dezgehên ewlekarî yên Îraqê dengê xwe bidin.

Di beşeke din ya daxuyaniya komisyona serbixwe ya hilbijartinan de hatiye gotin ku, hijmara wan kesan ku, vê roja Şemî dengê xwe bidin di nava wan Parêzgehên ku, hilbijartin di nava wan de tê kirin 650 hezar kese.hate zanîn ku, bi giştî 306 hezar navendên dengdanê hatine amadekirin ku, 500 ji wan bo dengdana taybet ya roja Şemî ne.
Top