Parlamena Tirkiyeyê bi Avakirina ‘Komîsyona Çareseriyê’ Daxwazeke Giringa Kurdan Qebûl Kir
Pêşniyarnameya avakirina “Komîsyona Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê” di hevdîtinên Desteya Giştî ya Parlemena Tirkiyeyê de hate pejirandin. Di dema dengdana avakirina komîsyonê de di navbera parlamenterên AK Partî û CHP’ê de alozî derkevt. CHP û MHP’ê parleman terk kirin û tevli vê komîsyonê nebûn. Ji ber vê yekê jî tenê parlamenterên AK Partî û BDP’ê tevli dengdanê bûn. Komîsyon xebatên xwe dê bi parlamenterên AK Partî û BDP’ê re bidomîne.
Li gorî rojnameya Milliyetê serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek piştî avabûna evê komisiyonê ragihandiye, ku komîsyon ji bo ku derbarê hin mijaran agahiyan berhev bike û van agahiyan binirxîne hatiye avakirin. Çîçek gotiye, dibe ku welatî hin têgehan tevlihev dikin û da zanîn, ku eleqeya vê komîsyonê bi komîsyona çavdêriya derkevtina çekdarên PKK’ê bo derveyî sînoran re nîne. Çîçek herwiha daye xuyakirin, ku di demên bihorî de jî gelek komîsyonên lêkolîn û vekolînê hatine avakirin û dema ku partiyên din endam nedin vê komîsyonê, wê çaxê komîsyon dikarin bi ewan partiya re bixebitin ku endam dane komisiyonê.
Peywir û armanca vê komîsyonê hêj bi awayeke zelal nehatiye vegotin. Li ser vê komîsyonê tê çaverêkirin ku agahiyên berfireh bi raya giştî û çapameniyê re bên parvekirin.
Pêştir serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan û Cemîl Çîşek serokê parlemana Tirkiyeyê û çend berpirsên dinên hikûmeta Tirkiyeyê tekez kiribûn, ku mijara vekişîna hêzên PKK û aştîyê peywendî bi kar û raspardeyên parlemanê ve nîne, lê ji ber pêdagîrî û mikurbûna serkirdeyên PKK û rêberê girtîyê PKK Ebdullah Ocalan û herwisa BDP û alîyên dinên Kurdî, dewlata Tirkiyeyê di dawî de ew daxwaza Kurdna qebûl kir.
Ragihandinên Tirkiyeyê di evê bareyê de ragiahndine, ku Ocalan di dîdar li gel Hakan Fîdan serokê dezgeha hewalgirîya Tirkiyeyê de, jê re ragihandiye, ku heger komisiyona aştîyê li parlemana Tirkiyeyê nehê pêkanîn, razîkirina serkirdeyên PKK bo paşve vekişînê û qebûlkirina pêngavên dinên danûstandinê sernagrin.
