• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Sosial International Serdana Kerkûkê Kir

Gulan Media April 10, 2013 Nûçe
Serokê Sosial International Serdana Kerkûkê Kir
Evro Serokê Sosial International a Cîhanê Luis Alaya û heyeteke pê re serdana Bajarê Kerkûkê kir û ji aliyê Parêzgarê Kerkûkê Dr. Nicmedîn Kerîm ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de heyeta mêwan behsa rewşa siyasî û emnî ya Îraqê kir û balkêşande ser rewşa Kerkûk û Deverên Kurdistanî yên ji Derveya Îdareya Kurdistanê û eşkere kir ku, ev Deverên han kirokiya kêşeyên siyasî yên Îraqê ên di navbera pêkhateyên curbicur yên Îraqê de ye.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de meseleya xizmetgozarî û pêşkeftinên elektronîkî û abûrî û hilbirînê jî hatin nirxandin û hate gotin ku, Kurdistanê di wan waran de pêşenga Îraqê ye.
Top