• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îranê dîsa li ser sînor welatiyên kurd kuşt

Îranê dîsa li ser sînor welatiyên kurd kuşt
Hat zanîn di nav çend rojên borî de hêzên artêşa Îranê 2 welatiyên kurd li ser sînor kuştine.

Li gorî nûçeya malpera KurdPa, hêzên Îranê îro (08.04.2013) li ser sînorê Herêma Kurdistanê li nêzîkî bajarokê Bane li rojhilatê Kurdistanê kuştine.

Her wiha hat gotin çend roj berê hêzên artêşa Îranê li ser sînorê rojhilat û bakûrê Kurdistanê welatiyekî bajarê Makû ku mijûlî koberiyê bû, kuştine.

Di nûçeyê de hat gotin ku termê wî welatiyê kurd ji aliyê xelkê wê deverê ve hatiye dîtin.

Her sal hêzên rejîma Îranê bi hêceta qaçaxtiyê gelek welatiyên kurd ên ku ji ber jarî û belengaziyê neçar dimînin sînoran derbas bikim û debara jiyana xwe dabîn bikin, dikujin.

Rudaw
Top