Malikî Muhlet Da Wezîrên Kurd û Wezîrekê Kurd jî Dibêje Asayî Ye
Duh şêwirmendê ragihandina serokwezîêr Iraqê ji Someriye Niyoz re ragihandiye, ku Nûrî Malikî biryar daye ku muhletê bide weîrên Kurd û postên wan jî bi wekalet ji alîyê wezîrên din ve bihên birêvebirin.
Dr. Xeyrullah Babekir Hesen wezîrê bazirganîya Iraqê ku Kurde, di bêjedanekê de ji PNA re ragiahnd:´´ mafekê asayî û sirûştîyê serokwezîre ku heger hejmarek wezîrê bo maweya heyvekê (di kombûna kabîneyê de) amade nebin, muhletê bide wan, lê pêywîst bû lez nekiriba û li şûna ku ewî akrî bike, lez di çareserkirina arîşeyan de kiriba.´´
Xeyrullah Hesen herwisa got:´´ mafê Nûrî Malikî ye ku çend kesan li şûna me dabinê, da ku karûbaran birêve bibin, heta dema ku arîşe dihêne çareserkirin.´´
Hesen tekez jî kir, ku heta niha Kurd name ji bo lîsta Hevpeymanîya Niştîmanî neşandiye, lê biryar wiha ye kombûnek bi evê mebestê bihê sazkirin.
