• Tuesday, 10 February 2026
logo

Margaret Thatcher Serokwezîra Berê ya Brîtaniya Wefat Kir

Margaret Thatcher Serokwezîra Berê ya Brîtaniya Wefat Kir
Duh serokweîzra berê ya Brîtaniya Margaret Thatcher di temenê 87 salîyê de bi egerê celteya mêjk (mejî) koça malavayî li jiyanê kir.


Margaret Thatcher di navbera salên 1979 heta 1990 yekemîn jin bû di dîroka Brîtaniya de ku serokwezîrtîya ewî welatî bike û sê xûlan li ser yek di kêberîyên hilbijartinan de serbikeve. Thatcher ji ber siyasetên xwe yên di serdema desthilatdarîya xwe de bi jina asinîn navdar bibû.

Di dîroka Brîtaniya û cîhanê de roleke karîger û bi bandor hebûye û peywendîyeke germ û dostane li gel serokê wê demê yê Amerîkayê Ronald Rêygan hebûye û alîkarîya wî kiriye bo dawî anîna bi şerê sar û hilweşandina yekîtîya Soveiyet a caran.
Top