Duyemîn nameya Ocalan gihişt Qendîlê
Sipêdehiya îro, şandeya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ku pêkhatibu ji Selahedîn Demîrtaş hevserokê BDP u Sirrî Sureyya Onder parlementerê heman partiyê, li bajarê Hewlêrê li baregeha BDP civînek rojnamevanî saz kirin û têda eşkere kirin ku, duyemîn nameya Ocalan gihandine destê berpirsên PKK li quntara Qendîlê.
Sebaret bi naveroka nameyê, şandeya BDP tu zanyariyek eşkere nekir u bi tinê amaje bi wê yekê kir, ku berpirsên PKK li Qendîlê u li Ewrûpa jî, ku nameya Ocalan bi rêka Perwîn Buldan ve giheştiye, gengeşe dikin.
Li gor zanyariyan, di çend rojên dahatî de şandeya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hevdîtinan digel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin û gotubêjan derbarê pêngavên aştiyê ya li Turkiye û pirsa Kurd dikin.
Xendan
