Artêşa Esed xwe bo şerekî çarenivîsaz amade dike
Şerê navbera atêşa Sûriye ya Azad û rêjîma Beşar Esed gihîştiye deriyên Dîmeşqê û piştî ku roja Şemiyê artêşa azad deriyekî stratîjî ya li ser rêya Dîmeş'ê bo sînorê Urdunê kontrol kir.
Artêşa Esed aşkere kir ku, wan xwe ji bo şerekî çarenivîsaz amade kiriye û hêzên xwe li hemberî tevaya deriyên bajarê Dîmeşqê amade kiriye daku helmeta çarenivîsaz bo rêgirtinê li hatina artêşa Azad bo nava Dîmeşqê bike.
Helwesta artêşa Sûriyê piştî vê yekê tê ku Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ya televizyonî ya dawîn de hişyarî da ku, agirê ruxandina deshelata wî dê hemû herêmê vegire û Erdoxan jî bi wê yekê tometbar kir ku ew bi hevkariya Israîlê hewla ruxandina hikûmeta wî dide.
Ligor çavdêrên siyasî jî Esed di hevpeyvîna xwe ya dawîn de li derbarê mayîna li ser deshelatê bê hêvî bû.
Xendan
