‘Em bi ti awayî qebûl nakin federalî bê dayîna kurdên Sûriyê’
Cîgirê berê yê serokê Sûriyê Ebdulhelîm Xeddam ku sala 2005an ji rejîma Sûriyê cûda bûye û niha di eniya opozisyonê de ye, fikra federalîkirina Sûriyê bi temamî red dike. Xeddam diyar kir ku ew sîstem ‘Kêrî gelê Sûriyê nayê’ û em bi ti awayî qebûl nakin ku federalî bê dayîna kurdan.
Xeddam derbarê xwendina bi zimanê kurdî, di hevpeyvînek ligel Rûdawê de diyar kir ku ew bi rizgarkirina Sûriyê ve mijûl in û wiha got: “Em xwe bi wê yekê mijûl nakin ku xwendekarên me bi zimanê İnglîzî, Erebî, Kurdî yan Îtalî bixwînin. Niha welatê me dişewite, emê çawa di vê demê de fikra vê yekê bikin ku wê xwendekarên kurd bi çi zimanî bixwînin.”
Berdewama hevpeyvîna ligel Xeddam, di hêjmara 255 a Rûdaw Çapa Kurdistan û Çapa Ewrûpa de bixwînin...
Rudaw
