Heyeta PDK Û YNKê Serdana Komela Îslamî Ya Kurdistanê Kir
Duh Di hevdîtineke de rewşa niha ya Kurdistan û kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin.
Di beşeke din ya vê civîna han de behsa hilbijartinên Parlemento û hilbijartinên Parêzgehên Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser saz kirina wan hilbijartinan di dema xwe ya diyar kirî de hate kirin.
Di derbarê hilbijartinên Serokê Kurdistanê de jî heyeta PDK û YNKê diyar kirin ku, ev meseleya han pêwîstiya xwe bi lihev hatina aliyên siyasî û demeke goncaw bo giftûgo kirinê heye.
Li hember de jî komeleya îslamiya Kurdistanê piştgîriya vê yekê kir ku, hilbijatinên Parêzgeh û Parlementoya Kurdistanê di dema xwe ya diyar kirî de werin encamdan.
Di derbarê pêşniyara PDK û YNKê de jî komeleya îslamiya Kurdistanê diyar kir ku, pêdeviya me bi giftûgoyeke berfire di vê warî de heye.
