• Tuesday, 10 February 2026
logo

"Ocalan banga vekişîna bê çek nekiriye"

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demirtaş ku duh 3/4/2013`an çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku Ocalan ji bo gerîla bangek wekî “vekişîna bêçek” nekiriye.

Demîrtaş, tevlî bernameya nûçeyan a Nûçe TV bû û derbarê hevdîtina derbarê komîsyona ku dê li parlamentoyê bê avakirin de got: “Avakirina wê girîng e. Birêz Ocalan jî bi israr ev anî ziman. Lê zimanê hinceta avakirina komîsyonê xelet e. Li holê pirsgirêka terorê tune ye, em tevlî wê nabin. Me berê jî qebûl nekir û niha jî qebûl nakin.”

Demîrtaş, bal kişand ku belkî di warê komîsyonan de hinek kêmasî hebin, lê pêşxistina pêvajoyê û têkoşîna di vê mijarê de peywîra wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan di peyama xwe ya Newrozê de li ser vê mijarê rawestiya bû. Bi taybetî gotibû ku ev destpêka têkoşîna demokratîk e, pêvajoyke nû ye.

Demirtaş berdewam kir û got: Nêzîkahiyên wekî ku AKP pirsgirêkê çareser dike û partiyek şoreşger e xelet e. Divê herkes zanibe ku ev bi têkoşînê mumkun e û em mecbûr in ku têkoşînê bi hevre bilind bikin. Pêwîste birêxistinkirin û çalakiyên demokratîk bêne pêşxistin. Nêzîkahiya Birêz Ocalan ev e.”

Derbarê paşvekişîna bêçek a derveyî sînor a gerîlayan de ku di rojên dawî de di çapemeniya Tirk de gelekî cîh digire û tê îdîakirin Ocalan bangek wiha kiriye jî, Demîrtaş, da zanîn ku tiştekî wisa tuneye.
Demîrtaş, têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Derbarê paşvekişandinê de tiştekî zilal tune ye. Birêz Ocalan tiştekî wisa negotiye û ne ragihandiye."

Demirtaş weha pêde çû: "Lê Birêz Ocalan got ku ewê nameyekê bişîne. Name wê heta rojek 2 rojan bigihîje destê me. Heta ku ev name negihîje cihê xwe û bersiv neyê, mirov nikare tiştekê bêje û bêje jî xelet e. Biryarek wisa tune ye, lewre nûçeyê têkildarî mijarê di çapemeniya Tirk de derdikevin xelet in. Belki rêveberiya KCK’ê piştre daxuyaniyekê bide, lê biryareke wekî vekişîna bêçek tuneye, bangek wisa nîn e.”

ANF
Top