• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Efganistanê 46 kes hatine kuştin

Li Efganistanê 46 kes hatine kuştin
Li Efganistanê êrîşeke xwekuştinê pêk hat. Di êrîşê de jê 12 polîs, herî kêm 46 kesa jiyana xwe wenda kirine û 100 kes jî brîndar bûne. Êrîş li bajarê Farahê pêk hatiye.

Li bajarê Efganistanê li Farahê, êrîşeke xwekuştinê pêk hat. Di êrîşê de 46 kesa, ku 12 kes polîs in, jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 100 kes jî brîndar bûn.

Li gorî ragihandina Wezareta Karênavxweyî a Efganistanê, li navenda bajarê Farahê, êrîş ji aliyê 7 kesên ku xwekuştine pêk hatiye.

Di êrîşê de bi taybet edliye û banka hatine hedef girtin.

Avestakurd
Top