Li Arjantînê lehî rabû: 54 kuştî
Parêzgarê Lablata Danyal Sikyolî duh roja çarşemê ragihand ku heya niha li wê parêzgehê tiştekî weha rû nedabû û da zanîn ku gelek termên welatiyan piştî kêmbûna ava lehiyê hatine dîtin.
Her weha hikûmeta Arjantînê ji ber mirina 54 welatiyan di lehiya bajarê Lablatayê de 5 roj şînî li tevahiya welêt ragihand.
Hatiye diyar kirin ku di encama barîna baranê bi rêjeya 40 sentîmitran di demekî kin de ku ji şeva roja sêşemê heya roja çarşemê berdewam kiriye lehiyekî mezin çê bûye û bi sedan malbat ji ber rewşa heyayê malên xwe bar kirine.
Xendan
