• Tuesday, 10 February 2026
logo

Wezareta Samanên Sirûştîya Kurdistanê Bûyera Kompaniyaya HKN Zelal Dike

Wezareta Samanên Sirûştîya Kurdistanê Bûyera Kompaniyaya HKN Zelal Dike
Wezareta samanên xwezayîya hikûmeta herêma Kurdistanê bûyera kompaniyaya HKN ku li devera Sersing a ser bi wîlayeta Duhokê ve di buwarê neftê de kar dike, zelal kir û ragihand, ku ev bûyer tenê nakokî li ser kar û peryê mûçeyên karkeran bûye û bûyer bûyereke revandinê nebûye, weke ewa ku di medyaya cîhanî de hatiye baskirin.

Berovajiya wan nûçeyên şaş ên di medyaya (ragihandina) cîhanî de hatîne weşandin, bûyera kompaniyaya HKN haletekî ewlehî nebû û bi ti awayî ew bûyer ne ji bo hindê bûye ku hindek kesên ser bi wê kompnaiyê ve, karkerên biyanî birevînin. Sedemê bûyerê nakokiyên li ser kar û pereyê karkeran bûye, ew karkerên li wê derê kar dikin ji meha çileya pêşîn ve mûçeyê xwe wernegirtine.

Nûnerên karkeran daxwaz ji berprisên kompaniyê kiribû ku, kar û çalakiyên xwe ragirire heta ku meseleya pere û heqdestê karkeran bê çareser kirin. Ew pirs bi awayekî aşitî hat çareser kirin û tu haletên şidet û îşkencê çênebûn. Di dema çêbûna wê bûyerê de, karkerek wê kompaniyê bi navê Şilemberg hindek zaniyariyên şaş dayne mediyayê û mediyayê jî ew bûyer mezin kir.

Piştî bûyerê kompaniya navborî daxuyaniyek weşand û tê de dibêje: ”Karkerê me yê ku zaniyarî ji mediyayê re dane, haydarî detaliyên bûyerê nebûye û ew zaniyariyên ji mediyayê re dane ji rastiyê dûr bûn. Em wan zaniyariyên karkerê me ji mediyayê re dane red dikin ji ber ku, ew zaniyarî ji rastiyê dûr in û temsîla raya kompaniya me nake.”

Hikûmeta herêma Kurdistanê di sewyeyeke bilind de emin û aramî dabîn kiriye, herêma Kurdistanê dê hertim ji bo kompaniyên biyanî û karkerên wan herêmeke aram û parastî be. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bona piştgiriya çalakiyên kompaniyên biyanî yên di warê neftê de kar dikin pabend e. Hikûmeta herêma Kurdistanê karkerên navxweyî piştrast dike ku dê hetim mafên wan biparêze û dê li sektora neftê karên minasib jê re peyda bike. Di heman demê de piştgiriyê li wan pirojeyên civakî dike yên ku, kompaniyên neftê li wan deverên kar tê de dikin ji xelkê deverê re cibicî dikin.

Weke tê zanîn, doh, di hindek kanalên mediya cîhanî de hatibû weşandin ku, qaşo grûpeke çekdaran êrîşî ser kompniyeke neftê li herêma Kurdistanê kiriye û hijmareke karmandên biyanî revandine.
Top