Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî xwendekarên Peymangeha Dîplomasiya Viyanayê kir
Li destpêka hevdîtinê de li gel birêz Serok Mesûd Barzanî şanda xwendekarên Peymangeha Dîplomasiya Viyana ji bilî xweşhalî derbirِîna xwe ya serdana Herêma Kurdistanê û dîtina rewşa aramî û hêminî û pêşketina li Herêma Kurdistanê, ji bo hevdîtina li gel vê şandê û bexşîna dema xwe spasî Serok Barzanî kirin.
Paşê Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û wekî balkişandineke dîroka siyasiya Kurdistan û Iraqê, çend qonaxekî dîroka siyasî neteweyiya Kurd û dewleta Iraqê ji bo xwendekarên Peymangeha Dîplomasiya Viyana şîrovekir û di derbarê kêşeyên niha ya Iraqê, Serok Barzanî bi şandê ragihand, kêşeya bingehîna niha ya Iraqê da, ji aliyê Hikûmeta Bexda ve pabendnebûn û bi cîh nekirin û binpêkirina destûre. Serok Barzanî hêvî jî xwest ku xwendekar bikarin rastiya siyasî û dîroka Kurdistanê veguhezin û bibê beşek ji guftûgo û çalakiyê akademiyên li nav Peymangeha Dîplomasiya Viyana.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda mîhvan daxwaz ji Serok Barzanî kirin, guftûgoyekî vekirî encam bidin û çendîn mijaran li gel Serok Barzanî behs kirin û rêzdar Serok Barzanî bi awayekî eşkere bersîva pirsiyarên wan da.
