• Tuesday, 10 February 2026
logo

Retkirina nûçeyekî rojnameya Hawlatî

Retkirina nûçeyekî rojnameya Hawlatî
Li rûpela 2 ya roja çarşem 03.04.2013 ê yê rojnameya Hawlatî da nûçeyekî di derbarê xwepêşandanên Sunneyan hatiye belavkirin.

Berî hemû tiştekî radigihînîn ku ew rapor ji rastiyê dûre û tu bingehekî xwe tûneye û bi tundî ret dikîn. Her wekî ku ji bo hemû aliyek jî eşkereye Herêma Kurdistanê xwedî îradeya siyasî û serweriya xwe ye û raspardeyê ji tu aliyek wernagirê. Ji bilî wê jî Herêma Kurdistanê herdem fakterê aramî û aştî û hevdû nêzîkkirina pêkhatên Iraqê bûye.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê gelek bi eşkere ragihandiye ku Kurdistan nabê beşek ji gengeşeya eşîrî ya nav pêkhatên Iraqê. Li gel wan hemû yan jî piştgîriyê li daxwazên destûrî û yasayiyên xwepêşanderan kiriye ku wekî mafekî seretayiya welatiyên Iraqe.

Hêviya me ewe bû, medyayekî Kurdî wekî rojnameya Hawlatî, pîşeyiyane bi erkê xwe rabûya û li şûna wê yekê ku wêneyekî muxaberatî ji bo xwe dirust bike û hêvî ji bo tiştên nediyar û bê bingeh bibe pişt bi wan çavkaniyan bibestê ku îradeya gelê Kurdistanê û helwesta fermî û hevbeşa aliyê siyasiyên Kurdistanin.


D. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.04.2013
Top