• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ebdullah Gul: Rêkara Selcuqî-Osmanî bo Kurdan Guncawe

Ebdullah Gul: Rêkara Selcuqî-Osmanî bo Kurdan Guncawe
Serokomarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul, bal kişand di 43 makeqanûnên pêşketî yên welatên cuda de welatîbûn nehatiye ravekirin û got heke mirov bixwaze hewce nake ravekirina welatibûnê hebe.

Partiyên muxalefetê CHP û MHP dixwazin di makeqanûna nû de ravekirina welatîbûnê weke “Tirkbûn” derbas bibe û AK Partî û BDP jî li dijî vê ravekirinê ne. BDP û AK Partî dixwazin ravekirin li ser nîjad û neteweyek nebe. Serokomarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul, li Rîgaya Letonyayê bi rojnamevan re li koşka xwe civiya û got, ku heke mirov bixwaze hewce nake welatîbûn di makeqanûnê de cih bigre. Gul dewletên Osmanî û Selcuqiyan weke mînak nîşan da û got, digel ku serkêşên van herdu dewletan tirk jî bûn di makeqanûnan de tirkbûn tunebû. Gul, wiha axivî: “Împaratoriyên Osmanî û Selçûkiyan di dîrokê de weke dewletên tirkan tên zanîn. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû welatiyên Osmanî tirk in.”

Ebdullah Gul li ser pêvajoya aştî û çareseriyê got, ku heta niha Tirkiye evqas aşkera pirsgirêka kurd nîqaş nekiriye û wiha axivî: “Ger mirovên li serê çiyê dev ji çekan bernedin û nekevin nava jiyana civakî, wê çaxê ev tişt dê 3 sal 5 sal piştre dîsa dest pê bikin. Em weke dewlet têk naçin, lê ew ê êşeke mezin bikişînin.”

Gul destnîşan kir, ku Tirkiye digel ku niha dewleteke unîter e jî bermahiya Osmaniyan e û divê Tirkiye bi refleksên împaratoriyê tevbigere. Gul, wiha berdewam kir: “Ger em ji xwe bawer bin, em dikarin gelek tiştan çareser bikin. Divê em kirasê teng ji xwe re nedirûn. Me bi zorê ji kesên ku gotine ‘ez ne tirk im, kurd im, li ser vê axê dijîm’ re gotiye na tu tirk î. Ev xeletiyên me ne. Divê em îro ji xwe bawer bin û van pirsgirêkan çareser bikin. Makeqanûna îro jî dixwaze û ferman dike em hemû çandan biparêzin.”
Top